Ciwanê bi navê Bariş Çakan (20) dema ku şevê din li taxa Alsancak a navçeya Etîmsegul a Enqereyê stranên kurdî guhdar dikir, rastî êrîşa komeke nîjadperest hat. Di encama êrîşa bi kêran de Çakan ji dilê xwe bi du kêran bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.
Ji bo karên otopsiyê jî cenazeyê Çakan rakirin Saziya Tiba Edlî ya Keçîorenê. Piştî ku karûbarên otopsiya cenazeyê Çakan bi dawî bûy, malbat û xizmên wî cenaze hilgirtin û birin Goristana Elvankentê.
Cenazeyê Çakan piştî wecîbeyên olî hate definkirin. ENQERE