Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Cenazeyê Beçet di tariya şevê û dorpêçê de hat definkirin

Cenazeyê girtiya siyasî Ayten Beçet ku ji bo tecrîdê protesto bike li girtîgeha Gebzeyê dawî li jiyana xwe anî li Dîlokê şev û di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin

Polîsên ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, şert da pêş malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin.

Polîs, li malbatê geriyan û gotin, herî zêde 5 kes dikarin werin balafirgehê û cenaze teslîm bigirin. Polîsan, ji malbatê re got, eger ew bi girseyî werin ew ê cenaze nedin. Malbatê ferzkirina polîsan qebûl nekir.

Polîsan bi şevê cenaze bi balafirê anîn Dîlokê û li dîlokê di bin dorpêça leşkeran  de defin kirin. Dayik û bav ku ji bo cenazeyê keça xwe bigirin çûn Stenbolê, piştî fêr bûn ku cenaze hatiye revandin, ji Enqereyê dîsa paşve vegeriyan û hatin Dîlokê. Bav Sabrî Beçet piştî vegeriya Dîlokê derbasî goristana Yeşilkentê ya Dîlokê bû. Polîsan destûr nedan ku malbat cenaze bibe malê û raste rast birin goristanê.

Parlamenter asteng kirin

Piştre parlamenterên HDP’ê Mahmut Togrul, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Fatma Kurtulan, Ridvan Turan, Tulay Hatîmoglulları, Salîha Aydenîz, Semra Guzel û dayik Fatma Beçet û xizmên wan dema xwestin ji malê derbasî goristanê bibin, polîsan mal dorpêç kir û destûr neda ku parlamenter û malbat derbasî goristanê bibin. Polîsên ku tax bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin, parlamenter asteng kirin.

Bi şev hat definkirin

Piştî niqaşa navbera polîs û parlamenteran, parlamenter û malbat çûn ser goristanê. Dema malbat û parlamenter çûn ser goristanê pêşiya wan ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Fermandare cendirmeyan diyar kir ku ferman ji wan re hatiye ku parlamenteran derbasî qada goristanê nekin. Dîsa piştî niqaşek dirêj ya parlamenter û leşkerên tenê destûr dan dayik û bav Fatma Beçet û Sabri Beçet û 20 ferdên malbatê ku tev li merasima cenaze bibin. Cenazeyê Beçet bi tevlêbûna dayik, bav û 20 xizmên wê di tariya şevê de hat definkirin.

Malbatê piştre xwest mala şînê ya Şaredariya Şahinbeyê bikar bînin, lê şaredariya AKP’î destûr neda ku malbat, mala sersaxiyê bikar bînin. DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar