Di 4 û 5’ê sibatê de li navçeya Miks a Wanê 2 caran aşût ket. Di bin aşûtê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan û 84 kes jî birîndar bûbûn. Xebatkarê agirkujiyê Mehmetcan Daşdemîr jî yek ji kesên di bin aşûtê de mabûn bû.
Ji ber şert û mercên hewayê lêgerîna ji bo dîtina cenazeyê Daşdemîr hatibûn sekinandin. Piştî 40 rojan îro careke din ji bo dîtina cenazeyê Daşdemîr xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Di lêgerîna îro de yekîneyên rizgariyê xwe gihandin cenazeyê Mehmet Can Daşdemîr.
Cenazeyê Daşdemir piştî ji bin aşûtê hate derxistin, ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Wanê. WAN