Dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve li navçeya Silopiya ya Şirnexê ragihand û 37 rojan berdewam kir. Di 37 rojên qedexeyan de zarok û pîr jî di nav de li navçeyê 28 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Ji van yek jê Taybet Înan 57 salî bû. Taybet Înan di 19’ê Kanûna 2015’an de piştî 5 rojên qedexeyan ji aliyên tîmên taybet ve li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin. Ji ber ku gulebarana tîmên taybet cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Tiyê Taybet Înan Ûsiv Înan jî dema xwestibû biçe cenaze bigire rastî guleya tîmen taybet hatibû û wî jî jiyana xwe ji dest dabû.
Keça Taybet Înan Halîme Akin ku wê deme nedikarî xwe bigihîne cenazeyê dayika xwe ji Ajansa Welat re qala wan rojan kir. Halîme Akin anî ziman ku ew roj heta mirinê ji bîra wê naçe û wiha got: “Tîmên taybet zarok, pîr, jin kî didîtin gulebaran dikirin. Dayika min tu car nediket fikara mirina xwe. Her tim fikara wê em bûn. Digot miqateyê zarokên xwe bin. Ji min re digot heke tiştek bi serê min de hat. Ez mirim jî xwe neyên ser cenazeyê min. Dê we jî bikujin. Min jî digot çima tu wisa dibêjî. Lê me qet tiştekî wisa difikirî. Wê rojê me nan da ser sêlê. Wê rojê ceyran jî tunebû. Wê şevê dengê çekan dihat. Şerekî mezin hebû. Min dît ji aliyê cîranan deng hat û digotin ‘Jinek di kolanê de ketiye’ Ez cîrana dayika xwe bûm. Min bazda. Min got dayika min ketiye. Lê min nedizanî ew e an ne ew e. Dayika min Seat di 7’an de ketibû. Lê seat di 10’an de agahiya min jê çêbû. Ez hatim ku apê min birîndare û dayika min li erdê ye. Min xwest biçim cem dayika xwe. Lê gule diavetin ser me. Ji ber wê min nekarî xwe bigihînim cem dayika xwe. Dayika min li erdê bû.”
Di berdewama axaftina xwe de Halime Akin bi bîr xist ku cenazeyê dayika wê 7 rojan li kolanê ma û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cenazeyê dayika min 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Em nedikarîbûn biçin ser cenaze. Dema em diçûn em jî gulebaran dikirin. Dinya li ser serê me xira bûbû. Me ji dûr ve li dayika xwe dinerî. Ez wan rojan tu caran ji bîr nakim. Dayika min jineke pir hêja bû. Hemû cîranan ji wê pir hez dikir. Dikarîbû hezar kesan li xwe bike mevan. Min çend caran hewl da biçim ser cenazeyê wê. Lê min nekarî. 9 sal borîn. Lê 9 sal in her roj wê rojê diêşim.”
Halime Akin destnîşan kir ku kujerên dayika wê nehatinê cezakirin û wiha bi dawî kir: “Edalet tune ye. Baweriya me êdî bi edaletê tune ye. Em bawer nakin ku kujer bên cezakirin. Mafê me tune dihesibînin. Heke mafê me hebûna niha kujer hatibû cezakirin. Ew qas kes li Silopiyayê hatin kuştin. Lê kujer nehatin cezakirin. Daxwaza me ew e ku kujer bêne cezakirin.”