Cenazeyê Serkan Dîkme yê YPS’yî yê ku di sala 2016’an de di berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de şehîd bûbû, piştî 5 salan teslîmî malbatê kirin.
Cenazeyê Serkan Dîkme li ‘goristana bêkesan’ a Erziromê hatibû veşartin. Malbata wî ji bo wergirtina cenaze di sala 2016’an de nimûneya xwînê dabû Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Piştî 5 salan encam ragihandin ji malbatê re û malbat ji bo wergirtina cenaze çû Erziromê. Malbatê cenaze stend û anî li Ceyhana Edeneyê veşartin.
Destûr nehate dayîn ku ji xeynî xizmên malbatê tu kesên din tevlî veşartina cenaze bibin. COLEMÊRG