Cenazeyê girtî Vedat Çem Erkmen ê duh êvarê li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, serê sibehê anîn Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê. Malbatê xwest cenazeyê lawê xwe ji bo wecîbeyên olî bibe Komeleya Bazarcixa Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê. Lê polîsan ji malbatê re bû asteng û got: “Bisekinin. Çima hûn cenaze dibin Esenyûrtê. Hûn ê li wir alozaiyan derxin. Hûn nikarin bibin komeleyê.”
Malbatê jî bertek nîşanî astengiya polîsan da û wiha got: “Ji ber em kurd in, cenazeyên me nadin me.”
Malbat û nûnerên partiyên sivîl û rêxistinên sivîl ji bo cenaze werbigirin li Miduriyeta Goristanan disekinin. STENBOL