Gerîlayê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr di 11’ê tebaxê de li Geverê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li morga nexweşxaneya Colemêrgê tê sekinandin. Malbata Demîr tevî ku di 21’ê tebaxê de cenaze teşhîs kiriye jî, cenazeyî nadin malbatê. Bav Mûrat Demîr diyar kir ku polîsan ew tacîz kirine û nahêlin ku şîna xwe deynin
Gerîlayê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) ku ji navçeya Bismil a Amedê ye, di 2014’an de tev li refên gerîla bû. Demîr di 11’ê tebaxa 2019’an de li Gever a Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Demîr ku di 18’ê tebaxê de bi mirina kurê xwe hesiya, di 21’ê tebaxê de çû Gever û Colemêrgê û li morga nexweşxaneyê cenaze teşhîs kir. Malbatê di heman rojê de ji bo ku cenazeyê kurê xwe wergire, serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê da û ji bo testa DNA’yê jî xwîn da. Malbatê piştre jî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê da.
Têkildarî mijarê bav Mûrat Demîr axivî û da zanîn ku di 18’ê tebaxê de li ser çapemeniyê bi mirina kurê xwe agahdar bûne û di 21’ê tebaxê de jî çûne Colemêrgê. Demîr got ku di heman rojê de hîn bûn ku cenaze li morga Colemêrgê ye û wiha domand: “Me serî li dozgeriyê da. Ji bo DNA’yê jî me xwîn da. Em sê caran çûn lê ji me re tiştek negotin. Vaye mehek bi ser şehadeta kurê min re derbas bû lê cenazeyî nadin. Li Colemêrgê me serî li ÎHD’ê û li Amedê jî me serî li MEBYA-DER’ê da.”
Rastî tacîza polîsan hatin
Demîr anî ziman ku polîsên li Colemêrgê ew tacîz kirine û wiha dom kir: “Dema em ji Colemêrgê derketin, heta Bedlîsê em şopandin. Gava em ji Bedlîsê derketin, polîsên narkotîkê em sekinandin. Pişt re dest bi lêgerînê kirin. Ji me re gotin, ‘Hûn çima li Xelatê sekinîne?’ Tu nabêjî qey em şopandî ne. Ji me re gotin, ‘Di çûyînê de çima hûn di ser Gevaşê re çûn lê di vegerê de hûn di rêya Xelatê de diçin? Çima hûn çûn Geverê.’ Em jî derketin û hatin.”
‘Nahêlin ku em şîna xwe deynin’
Di berdewamê de jî Demîr bi lêv kir ku bi vê yekê re dixwazin zextê li derûniya wan bikin û wiha pê de çû: “Dixwazin me bitirsînin. Ji me re gotin; ‘Haya me ji we heye.’ Dixwazin malbatê tengav bikin. Nehiştin ku em şîna xwe deynin. Ev yek di tu ol û baweriyan de nîne. Nahêlin em selaya zarokê xwe jî bixwînin. Me bihîst ku nahêlin cenaze li mizgeftan jî bên şûştin. Di kevirên van mizgeftan de pereyên me jî hene. Mizgeft mala xwedê ye. Ev zarok jî zarokên misilmana ne. Em naxwazin êdî zarokên me bimirin. Bila bav zarokên xwe binax bikin. Em dixwazin cenazeyê xwe bigirin û şîna xwe bigirin. Daxwazeke me ya din nîne.” AMED