Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Cenazeyê gerîla Hacîzade piştî 165 rojan dan malbata wê

Gerîlayê HPG’ê Kubar Hacîzade (Rojda Cudî) di 24’ê îlona 2019’an de li navçeya Lice ya Amedê di encama êrîşa artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hacîzade anîbûn Morga Nexweşxaneya Amedê.

Bavê Hacîzade, Elî Hacîzade jî ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire di 27’ê çileya 2020’an de ji Makuyê hat Amedê û serî li MEBYA-DER’ê dabû. Bav Hacîzade di 29’ê çileya 2020’an de jî ji bo testa DNA’yê xwîn dabû. Piştî 37 rojan encama xwînê diyar bû. Malbata Kubar Hacîzade 37 roj piştî serlêdana testa DNA’yê û 165 roj piştî Hacîzade jiyana xwe ji dest da, îro cenazeyê keça xwe ji morga nexweşxaneyê wergirtin. Lê ji bo ku deriyê sînor yê Îranê ji ber vîrûsa koronayê hatiye girtin, malbat nikare cenazeyê keça xwe bibin Makuyê.

Malbatê bi wekaleta parêzer cenazeyê Kubar ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl wergirtin. Parêzer û rêveberên MEBYA-DER’ê ji bo ku cenaze defin bikin ber bi navçeya Bazîdê ya Agiriyê ve bi rê ketin. Rêveberên MEBYA-DER’ê dê cenaze li Goristana Navçeya Bazîdê defin bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar