Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Cenazeyê gerîla Kardaş di bin dorpêçê de hate definkirin

Gerîlayê HPG’ê Hebûn Kardaş di 15’ê nîsanê de li Licê ya Amedê di encama êrîşa artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da. Pişî ku encama testa DNA’yê aşkera bûy, Qereqola Cendirmeyan a Sûrê duh di nava rojê de malbat agahdar kir ku dê cenazeyî bişev bidin malbatê. Li ser vê yekê malbat tevî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, endam û rêveberên HDP’ê û endam û rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gundiyên malbatê çûn nexweşxaneyê. Polîsên ku tehemûla kombûna gel nekirin, gotin ku heta girse belav nebe dê cenaze nedin. Ji ber vê yekê parlamenter û amirê polîsan ketine munaqaşeyê. Bav Kardaş jî li ser vê yekê got; ‘Hûn cenazeyî nedin ez ê li vê derê xwe bişewitînim.’ Li ser gotina bav Kardaş rayedaran cenaze radestî malbatê kir.

Gund û goristan dorpêç kirin

Malbata Kardaş piştî cenaze wergirt ji bo definkirinê ber bi gundê Zorava yê Sûrê ve bi rê ket. Polîsan nehiştin ku parlamenter bi cenazeyî re biçin. Malbatê cenaze ji nexweşxaneyê heta goristanê di bin dorpêça polîsan de bir. Leşkerên ku di ketina gund de sekinîn nehiştin endam û rêveberên HDP’ê û MEBYA-DER’ê û şêniyên gund beşdarî merasîma definkirinê bibin. Her wiha leşkeran bi qasî saetekê cenaze li gundên derdorê gerandin û piştre cenaze anîn goristana gund. Gelek leşker û erebeyên zirxî gund û goristan dorpêç kirin.

‘Şehîd namirin’

Malbata Kardaş cenazeyê kurê xwe saet di 23.30’an de li goristana gund veşart. Di dema definkirinê de tenê destûr dan 15 kesên ji malbatê tev li merasîmê bibin. Her wiha gundiyan jî li pişt dorpêça leşkeran dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ berz kirin. Piştre jî sirûda Çerxa Şoreşê gotin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar