Îbrahîm Layik ê li Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê dixebitî û piştî wêneyê xwe di medya civakî de parve kir û hat îdîakirin ku xwe întîxar kiriye, hat definkirin
Personelê ewlekariyê yê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê Îbrahîm Layik ê di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyê xwe yê çav bi girî parve kir û wiha got: “Ji ber ku em kurd in, her tim li dijî me dijminiyê dikin. Belkî bi vê tişta ez ê bikim re hin tişt biguherin. Bijî kesê ku bi kêfxwezşî bêje ez kurd û tirk im. Heqê xwe helal bikin” û hat îdîakirin ku xwe kuştiye, hat definkirin.
Malbata Layîk, bi otobusekê kirê kirin, cenazayê kurê xwe anîn navçeya Nisêbîna Mêrdînê û dest pêkê birin Mizgefta Kişla ya Taxa Kişla. Cenazeyê Layîk li mizgeftê hat şûştin û wacîbeyên olî hatin kirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê, Hevşaredar û endamên meclisê yên Nisêbînê, ligel malbata Layik beşdarî merasîma cenaza bûn.
Piştre cenaze anîn Goristana Hacace ya li Taxa Dîcle û ligel duayên hatin kirin, hat definkirin.
Pêvajoya qanûnî dê bişopînin
Malbata Layik diyar kir ku bi ferdên malbatê yên ji Stenbolê bên re, dê nirxandinek berfireh bikin û wiha got: “Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike. Em ê pêvajoya qanûnî heya dawiyê bişopînin.” MÊRDÎN