Di merasîmê de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Adil Hacî axivî û wiha got: “Şehîdên azadiyê ji bo jiyanek azad canê xwe feda kirin. Ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriyê, em ê berdêlan bidin û heta em digihijin azadiyê jî em ê berdêlan bidin. Serkeftin para me ye.”
Firyaz Berkel jî anî ziman ku ji bo avakirina civakek polîtîk û exlaqî Şehîd Êrîş û Arvîn canê xwe feda kirin û destnîşan kir ku ew ê teqez bigihijin azadiyê.
Piştre nasnameyên şehîd hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîlî û berzkirina dirûşmeyan hat veşartin.