Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Cenazeyê şehîd Şukrî Serhed ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin

Cenazeyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ku di êrîşa çekdarî ya MÎT’a tirk de şehîd bû, piştî ku li Silêmaniyê hat oxirkirin, li navçeya Sengaserê ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ hat pêşwazîkirin

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a tirk a dagirker ve hat qetilkirin.

Cenazeyê Şehîd Şukrî Serhed piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî, bi ambulansê di bin dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ de birin Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinarê.

Ji hemû bajarên Başûr bi hezaran kes

Li gel belavbûna agahiya şehadeta Ş. Şukrî Serhed, ji Hewlêr heta Kelar, Ranya, Silêmanî, Helepçe û gelek navçeyên wan bi hezaran kes li mizgeftê kom bûn.

Bi hezaran kesan piştre cenazeyê Şehîd Şukrî Serhed ku bi ala PKK’ê hatiye pêçan, li ser milan bi meşê heta Pirdê Çarêyanî Serçinar anî.

Girseya ku bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimre xiyanet’ berz dikin, li ber pirdê cenaze li ambulansê siwar kir û bi karwanek ku ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi Goristana Şehîdan ve derxistin rê.

Karwanê cenaze, li navçeya Sengeser, ji aliyê sedan kesên ku ji Ranya, Sengeser û Qeladizê hatine ve hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bimire xiyanet’ û ‘Berxwedan jiyan e’ hatin berzkirin.

Piştî pêşwazîkirinê cenazeyê Şehîd Şukrî ji bo definkirin ber bi Goristana Şehîd Mehmet Karasungur ve hat oxirkirin. RAPERÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar