Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Cenazeyê Tara li Êlihê bi awayekî girseyî hat veşatin

Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ku di êrîşa SÎHA’yên dewleta trik a dagirker de tvî rojnamevan Hêra Bahadîn li Silmêmaniyê şehîd bû li Êlihê bi tevlibûna sedan kesan hat veşartin.

Dewleta tirk a dagirker di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê êrîşî wesayîta ku rojnamevanên kurd tê de bûn kir û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Cenazeyê şehîd Tara li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin û veşartin.

Cenazeyê Tara ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin, piştî karûbarên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Şirnexê anîn Êlihê. Cenazeyê ku li vir bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “Jin jiyan azadî” û “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” hate pêşwazîkirin, bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê anîn Taxa Tilmerc a ku dê lê bê veşartin.

Jinên ku cenazeyê Tara hilgirtin, xwestin heta Goristana Tilmerc a ku dê lê bê veşartin bibin. Polîsan êrişî girseyî ku bi dirûşmeyan cenaze dibir kirin. Hate xwestin ku tenê malbata Tara û parlamenter tev li merasîma veşartina cenazeyi bibin. Li dijî vê yekê girseyê bi dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Şehîd namirin” bersiv da polîsên ku êrişî wan kirin.

Dema wergirtina cenaze ya goristanê de parlamenterên DEM Partiyê Zekî Îrmez û Sabahat Erdogan Saritaş hatin derbkirin. Malbat û jinên ku bi berxwedanê ketin hundir, cenazeyê Gulistan Tara veşartin. Qûrnefîl û wênekeş danîn ser gora Tara.

Kekê Tara Ahmet Bulent Tetîk ê li ser gorê axivî, wiha got: “Rêya çapemeniya azad rêyeke pîroz e, me girêdayîna hevrêyên Gulistanê ya li hemberî bîranîna Gulistanê dît. Me li Silêmaniyê jî girêdayîna hevalên wê ya Gulistanê dît.”

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû ya pişt re axivî jî wiha got: “Me dît ku ka hevalên me li Herêma Kurdistana Federe di şertan de dixebitin û zehmetiyên ku çapemeniya azad dikişîne dîtin. Em di konaxa dawî de bûne şahidê yek ji mînakên herî zelal ên êrîşên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li dijî gelê me. Li aliyê din, hedefa bingehîn a hikûmetê her tim jin e. Li rê û rêbazên kuştina jinê digere. Em weke peyhatiyênn jinên ku têkoşînê dikin em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Jin jiyan azadî.”

Piştî veşartina cenaze birayê Gulîstan Tara Mûstafa Mesût Tekîk ji gelê ku li goristanê disekinin re axivî û wiha got: “Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê dijîn, yên bi me re di nava hevgirtinê de cih digirin û şehîdê me hembêz dikin, dikin. Em weke malbat û hevrêyên Gulistanê ji gelê kurd re soz didin. Heta ku aştî were ser vê axê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li eywana civîn û dawetê ya li taxa Pazaryeriyê dê şîn bê danîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar