Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Cenazeyên 10 gerîlayan li morgê tên sekinandin

Cenazeyên 7 gerîlayan ku di encama êrîşên SÎHA’yê de li çiyayên Amanosê jiyana xwe ji dest dane, ji ber ku nasnameya wan nehate destnîşankirin li goristanên bêkesan hatin definkirin. Cenazeyê 10 gerîlayan jî li morga ATK’ê ya Edeneyê tên sekinandin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ku di encamên êrîşên SÎHA’yan ên di 16 mehên dawî de li çiyayên Amanos ên Hatayê jiyana xwe ji dest dan, li morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê tên girtin. Hat zanîn ku cenazeyên 17 gerîlayan di rewşeke wisa de ne ku nayên naskirin û ji ber vê yekê jî nasnameya wan nayê tespîtkirin. Ji adara 2018’an heta niha nêzî 50 gerîlayên HPG’ê rastî êrîşa SÎHA’yan hatin.

Di êrîşa 10’ê tîrmeha îsal de jî li qûntarê çiyayên Amanosê gerîlayê bi navê Davût Acar û gerîlayekî din ku navê wî nehat zanîn, di encama êrîşa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dabûn. Her du cenaze jî ji bo tespîtkirina nasnameyê û otopsiyê şandin morga ATK’ê ya Edeneyê. Piştî ku malbata Acar hîn bû ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, yekser serî li dozgeriyê dan. Lê ji ber ku malbatê nekarî cenazeyê kurê xwe teşhîs bike, dozger daxwaza mînaka DNA’yê xwest.

Li goristanên bêkesan tên definkirin

Ger di nava 15 rojan de cenaze neyên teşhîskirin, dê li goristana bêkesan bên definkirin. Hat ragihandin ku li goristanên bêkesan ên di nava goristanên Buruk û Asrinê de, 7 cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine tespîtkirin û hatine definkirin hene. Cenazeyên Acar û 9 kesên din ên parçe bûne jî li morga ATK’ê ya Edeneyê tên girtin.

Cenazeyên gerîlayên ji Rojava û Rojhilat

Hat diyar kirin ku piraniya cenazeyên li morga ATK’ê tên rawestandin an jî li goristanên bêkesan hatine definkirin, cenazeyên gerîlayên ku ji rojava û rojhilatê Kurdistanê ne. Ji ber ku malbatên wan serlêdan nekirine, mînaka testa DNA’yê nehatiye girtin. Ligel ku hin malbatan testa DNA’yê dane jî, ev nêzî saleke li benda encamên testa DNA’yê ne. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar