PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Cenazeyên Çelîk û Karakuş li Amedê hatin definkirin

Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Menfiya Çelîk (Dîcle Amed) û Habîbe Karakuş (Kînem Amed) ku li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn li goristana Yenîkoy ya Amedê ji aliyê malbatan hatin definkirin

Li gorî îdiayên çapemeniya tirk li Dêrsimê 5 gerîlayên YJA Starê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî îdiayan navê gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Menfiya Çelîk (Dîcle Amed), Fatma Ozgun (Nûda Herekol), Mîhrîban Durmaz (Berfîn Ararat), Ceyda Sarikaya (Havîn Mûş) û Habîbe Karakuş (Kînem Amed).

Piştî ku cenaze şandina Meletiyê û malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin çûn Meletiyê. Li Meletiyê, piştî serdana malbatan cenazeyên Menfiya Çelîk û Habîbe Karakuş hatin wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyên Çelîk, Karakuş duh şev li goristana Yenîkoy ya Amedê bi tevlêbûna malbatan hat definkirin.

Beriya merasîma cenaze polîsan derdora goristana Yenîkoyê dorpêç kirin û nehiştin kesek tevli merasîma cenaze bibe. Ji her malbatê tenê destur dan 5-6 kesan ku beşdarî merasîma definkirina cenaze bibin.

Ji bo Menfiya Çelîk li Sîlvanlilar Yasevî û ji bo Habîbe Karakuş jî li Seyrantepe Dortyuzevler Yasevî sersaxî tên qebûlkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar