Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Cenazeyên Egîd û Amed bi merasîmekê hatin oxirkirin

Cenazeyên endamên KCK’ê Demhat Egîd û Cemîl Amed li Binarê Qendîlê bi merasîmekê hatin oxirkirin. Di merasîma cenazeyê de hat gotin ku êrîşa li dijî Egîd û Amed, li dijî yekitiya neteweyî ya gelê kurd hatiye kirin

Cenazeyên endamên KCK’ê Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak) ku di 15’ê cotmehê de li Silêmaniyeyê bi hevkariya dewleta tirk, hêzên navdewletî û herêmî hatin qetilkirin, li Binarê Qendîlê ji aliyê hezaran kesan ve bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Ji ber ku cenazeyên Demhat Egîd û Cemîl Amed şevê din bi dizî ji Silêmaniyeyê hatibûn derxistin û biribûn navçeya Ranyayê, girseya gel jî li bajaroka Sengeser li benda cenazeyan ma. Bi hezaran kesên li vir kom bûn wêneyên herdu şehîdan û alên PKK’ê vekirin. Piştî ku cenaze anîn cihê girse lê kom bûye, gel berê xwe da Binarê Qendîlê.

Piştî ku cenaze gihîşt Goristana Şehîd Mehmed Karasungur, merasîmek hat lidarxistin. Merasîma ku bi hezaran kesên ji gelek deverên başûrê Kurdistanê hatibûn tev li bû, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de wêneyên Amed û Egîd, alên PKK, KCK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha dirûşmên weke ‘Şehîd namirin’, ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî yekitiya gelê kurd’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Heval Cemîl namire’, ‘Heval Demhat namire’ û ‘Faşîst Erdogan’ hatin berzkirin.

‘Êrîşa li dijî yekitiyê’

Di merasîmê de berdevkê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîva di merasîmê de axivî û dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan re anî ziman. Hîva da zanîn ku ev êrîş li dijî yekitiya neteweyî ya kurd hatiye kirin. Hîva destnîşan kir ku dê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bimeşîn û soza şopandina rêya wan da.

Revandina cenazeyan şermezar kir

Zagros Hîva herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Em bi awayeke veşartî derxistina cenazeyên Cemîl Amed û Demhat Egîd a ji Silêmaniyeyê şermezar dikin. Nêzîkatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îdareya Silêmaniyeyê ya li hemberî cenazeyan, nêzikatiya AKP’ê ye. Divê rêveberiya Silêmaniyeyê vê helwesta xwe li ber çavan derbas bike.”

Piştî axaftinê girseyê bi yek dengî soza girêdana bi şehîdan re da û cenazeyên Cemîl Amed û Demhat Egîd bi dirûşman oxir kirin. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar