Cenazeyê Denîz Bulbun ê ku di 18’ê îlonê de li Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Hewlêrê bi hevkariya PDK û MÎT’ê hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.
Cenaze ji hêla malbata Bulbun û gelek kesan ve ji Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê hat wergirtin.
Piştî merasîma li Nûnertiya KNK’ê, bi tevlîbûna endamên HDP, KNK û gelek kesan wê cenazeyê Bulbun ji bo definkirinê ber bi bakurê Kurdistanê ve were birêkirin.