Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çend gotin û bûyerên sosret

“Destê dirêjê polîsê me bibe em dê bişkênîn.” Tê zanîn serwerên tirkên spî vê gotinê dema li hesabê wan tê bi rehetî li himberê dijberên xwe bikartînin.

Li himberê dorpêça bi salan e li ser birêz Ocalan tê meşandin gelek partî û saziyan xwestin meşa Gemlikê pêkbînin. Ji hemû aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê ve gel ket nav tevgerê û xwestin biçin Gemlikê. Belê polîsê hikûmeta AKP’ê û hevkarê wî MHP’ê bi tedbîrên dijwar ê zextên tund pêşî li meşvanan girtin. Meşvanan jî bi daxuyaniya çapemeniyê û hinek meşan dengê xwe gihandin raya giştî.

Li Kadikoya Stembolê jî gelek sazî, partî û kesayet kombûn û xwestin biçine Gemlikê.  Nava girse de gelek wekîlên HDP’ jî hebûn. Polîsê AKP’ê bi kîneke mezin û hişmendiya dijminî girse û wekîl xistin bin dorpêçê. Zext û zor, heqaret pêkanîn. Gelek wekîl û çalakvan derb kirin û 70 kes jî girtin binçavan.

Wekîl û hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz bi erdê re kaşkirin, bi pehînan lêdan. Hemû pêvanên ehlaqî, zagonî û mafê destnewerdana wekîlan binpêkirin. Bêhurmetî li vîna gel kirin û gorî zagonên heyî jî suç kirin.

Belê serwerên tirkên spî yên desthilatdar û yên muhalif şûna heqaret, zext û zora polîsan bibînin û wan şehmezar bikin û bêjin em dê hesap ji wan bipirsîn, berevajî hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz tewanbarkirin. Di televîzyonan de, di meclisê de, raya giştî de bi yek dengî ew xistin ber pêla reşkirinê. Xwestin bi lezgînê mafê destnewerdanê bêrakirin û wekîltiya wî bê xistin.

Belê birêz Salîha kurd e, Jin e, di siyasete de jî dijber e. Serwerên tirkên spî xwe xwedî her mafî dibînin. Xwediyê welat û polîsan jî dibînin.

Ka em binêrîn demên borî de serwerên tirkên spî li himberê polîsan û welatiyan çî kirine. Li gorî çapemeniyê; wekîlê DSP’ê yê Kastamoniyê Hadî Dîlekçî li polîsê navî wî Menekşe Balkan xist. Wekîlê Ordu yê ANAP’ê Şadî Pehlîvanoglû di tebaxa 1995’de li hostes Serpîl Yûcedag xist. Wekîlê DYP’ê yê Eskîşehîrê Îbrahîm Yaşar Dedelek 1994’de li gerînendeyê dibistanê Alaetîn Ozen xist. Wekîlê BBP’ê yê Tokatê 8 ‘ê adarê 1994’de di nexweşxanê de li bijîjk Ozge Aydin Arslan xist.

Wekî din kurê wekîlê Hatayê yê AKP’ê Îstemî Kagan Tûrkoglu li ser bûyereke navbera polîsan û hevalê wî de diqewime diçe cîhê bûyerê û gef li polîsan dixwe. Polîsan gilî dike. Li qereqolê polîsan li himberê wî wekî dîlan dikin rêz. Pirsgirêk heta dadgehê diçe. Dadgeh polîseke sucdar dibîne û 5 mehan ceza didê.

Bûyera herî balkêş û sosret a wekîlê MHP’ê  yê Mersînê Olcay Kilavuz e. Kilavuz berê serokê giştî yê Ocaxên Ûlkûcû bû. Di rêzerisma cenazeyekê de polîsê parastina serokwezîr Vehbî Kizil dide ber kulman. Di dadgehê de tê darizandin û bereat dike. Parêzerê Kilavuz di parastinê de dibêje polîsan vê bûyerê de “teror” bikaranîn. Rojên borî de ev mijar ji hêla berdevkê koma HDP’ê birêz Meral Daniş Beştaş ve li meclisê hat nîqaşkirin. Wekîlê MHP’ê Olcay Kilavuz li meclisê bersîv da û bûyer piştrast kir. Got rast e min li polîs xist û ez ne poşman im.

Dadgehê gotibû me vê bûyerê de delîlên berbiçav nedît. Ber hindê me bereat da. Di televizyonan û çapemeniyê de dîmenîn berbiçav hebûn. Gotinek kurdî dibêjin;” eger diz û malxoyê malê bûne yek dikarin gayê cot di rojinê re derxin.” Rastiya daraz û serwerên tirkên spî ev e.

Tirkên spî yê serwer xwe xwediyê dewletê, welat, polîsan û hemû saziyan dibîne. Gel jî ji bo xwe wekî xizmetkaran qebûl dike. Wekî din eger gel stûyê xwe ne çemîne, îtîat neke dijmin îlan dike.

Feraset û hişmendiya wan de ev heye; polîs, leşker yê me ye. Em dikarîn jê hez bikîn  jî dikarîn lê bêxin jî. Wekî din polîs û leşkerê me dikare li dijberan,  kurdê azad û hwd bixe, heqaret bike. Lê ji derveyê tirkên spî kes nikare li himberê polîs û leşkerê dewletê derkeve. Wan wekî şûrê dewletê yê li ser serê civakê dibînin. Rastiya wan ev e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar