Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Cendirme gefan li şêniyên ku bûn şahidên qetilkirina Mûrat Kaya dixwin

Welatiyê bi navê Mûrat Kaya di 6’ê kanûnê de li gundê Mûşiyan ê Dutaxê ji hêla leşkerên artêşa tirk ve hate qetilkirin. Qereqola Cendirmeyan a Dutaxê niha jî li şêniyên gund ên şahidiya hovîtiyê kirin gefan dixwe

Hêzên artêşa tirk di 6’ê kanûna 2019’an de bi ser gundê Mûşiyan ê Dutax ê Agiriyê de girtin. Di dema serdegirtinê de leşkeran ji şêniyên gund Mûrat Kaya ku bavê sê zarokane û 3 kesên nasnameya wan nehatiye zanîn, qetil kirin. Piştî vê komkujiyê jî Qereqola Cendirmeyan a Dutaxê bi rojan gund di dorpêçê de hişt.

Li gorî agahiyan, heman qereqol niha jî gefan li şêniyên gund ên ku bûne şahidê qetilkirina Kaya dixwe. Der barê mijarê de birayê Kaya, Mazher Yalçin axivî û ev agahî dan: “Leşker gefan li şêniyên gund dixwin. Dîmenên kuştina birayê min hene. Ger ku ev dîmen bên parvekirin, dê careke din xuya bibe ku leşkeran sivîlek qetil kiriye.”

‘Birayê min bi sedan guleyan û bombeyan hate kuştin’

Di berdewamê de jî Kaya anî ziman ku birayê wî sivîl bû û wiha domand: “Birayê min bavê 3 zarokan bû. 40 metre li dûrî mala xwe ji hêla leşkeran ve hate kuştin. Birayê min bi şimikê ji malê derketibû. Lê bi sedan gule lê reşandin û bombe avêtin ser. Îdia dikin ku birayê min bombe avêtiye wan. Me serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê û Baroya Agiriyê da. Lê belê ne heyetek û ne jî kesek nehatiye vir.”

Baro û ÎHD bêdeng e

Herî dawî jî Yalçin wiha got: “Me 16 roj berê serî li baroyê û ÎHD’ê da. Ez Bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim. Ger ku bixwazin bê ka dewlet sivîlan çawa dikuje, bila bên gund û lêkolînê bikin. Ez dixwazim ev bûyer ronî bibe û hesab ji kujerên birayê min bê pirsîn. Ger em bi tenê jî bimînin dê vê têkoşînê bidomînin.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar