Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Cendirmeyan bi hevjîna wî gef lê xwarin

Hunermend Mehmet Yonay demek berê li Stenbolê îfade da Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Stenbolê. Yonay da zanîn ku leşkeran di dema îfadeyê de bi hevjîna wî gef lê wî xwarine

Êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li ser hemû beşên civakê didomin. Hikûmeta ku dixwaze bi zext, gef û êrîşan çavê civakê bitirsîne, niha jî zextê li hunermendan dike. Mehmet Yonay ku ev demekê dirêje li Navenda Çand û Hunerê dixebite û li Komeleya Çand û Hunerê ya Medê (Med-Der) beriya 8 salan rêveberî kiribû, li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Stenbolê îfadeyê wî hate girtin. Yonay têkildarî mijarê ji ANF’ê bi Zeynep Kuray re axivî.

Yonay da zanîn ku dema ku çûye îfadeyê, parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî di nav 8 rûpelan de li ber wî danîne û ev agahî dan: “Hemû parvekirinên min ên danîn pêşiya min, ji nûçeyên der barê Rojava de pêk dihat. Ji van hinek jê weke ku sûc bin di dosyayê de hatibûn bicihkirin.”

Di berdewamê de jî Yonay anî ziman ku wî pirsa ‘Çima ne li emniyetê lê li vir ez îfadeyê didim’ ji cendirmeyan kiriye û wiha pê de çû: “Ji min re gotin; ‘Em bi emniyetê re dixebitin.’ Der barê min de  li Amedê lêpirsînek hatiye destpêkirin. Yekî pirsa hevjîna min a ku ev salek û nîve li Girtîgeha Jimar 2 ya Kandirayê dimîne, kir. Ji min re got; ‘Hevjîna te girtî ye. Çima tiştên wiha par ve dikî? Van tiştan par ve neke naxwe dê ji bo te nebaş be.’ Min belgeyên îfadeyê xwestin lê hê jî nedane. Ez bi wesayîteke Kartal a modêla kevn birim nexweşxaneyê û berdan.”

‘Ewlehiya tu kesî nemaye’

Herî dawî jî Yonay ev tişt destnîşan kir: “Di bin navê îfadeyê de xwestin min bitirsînin. Ez ne ji bo xwe, ji bo hevjîna xwe bi fikarim. Bifikiri ku wêneyê dayikeke ku ji Rojava digirî, weke sûc hesibandine. Em bibêjin tu bang li min dikî çima hevjîna min tevlê dikî? Hevjîna min girtin ne bes bû û niha jî dixwazin min jî bigirin. Di rewşa berdest de ewlehiya kesî nemaye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar