Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Çeperek û dagirkerek hate tunekirin

Çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de dagirkerek hate kuştin, çeperek û çekek bombeavêj hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de dagirkerek hate cezakirin, çeperek û çekek bombeavêj hatin îmhakirin. Artêşa tirk ya dagirker 19 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Di heman demê de qadên gerîla 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

20’ê çileyê saet di 08:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin. Di encama çalakiyê de çeperek tevî çeka bombeavêj hate îmhakirin.

20’ê çileyê saet di 09:30, 11:00 û 16:20’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li derdora gundê Sîdayê xistin.

20’ê çileyê saet di 16:20’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên nêzî qada Çemçoyê xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

20’ê çileyê saet di 09:30’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê xistin.

20’ê çileyê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

20’ê çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 19 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

20’ê çileyê saet di 13:00 û 14:30’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bomobekirin.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker;

19 û 20’ê çileyê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li Gargê qadên Kanîsarkê, Deriyê Hirçê, Girê Zengil, Gundê Guzê û Deşta Kafya, li Xakurkê jî qada Berdesorê 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

20’ê çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar