Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Baxozê ketin nava çeperên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê
Şervanên HSD’ê ketin qada dawî ya li Baxozê ku çeteyên DAIŞ’ê wesayitên xwe lê kom kiribûn û kozik lê çêkiribûn.
Çeperên ku weke kampê dihatin bikaranîn hatin kontrolkirin û beşek ji çeteyan jî li bin girê ku alên YPG/YPJ’ê lê li ba ne, teslîm dibin.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê 18’ê adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona 24 saetên dawî de 87 çete hatine kuştin û derbeke giran li çeteyan hatiye xistin.
Berdevkê HSD’ê Kîno Gabrîel roja yekşemê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji meha çileyê û vir ve 64 hezar kes ji Baxozê hatine derxistin. Hate ragihandin ku 5 hezar ji wan çeteyên DAIŞ’ê ne ku hatine girtin û 25 hezar jî malbatên çeteyan e. Hate gotin ku 34 hezar ji kesên ji Baxozê hatine derxistin sivîl in. BAXOZ