Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Çepnî: Mudaxaleya Rojava tê wateya rizgarkirina DAIŞ’ê

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmirê Murat Çepnî, bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên AKP’ê ya ‘Em ê mudaxaleyî Bakurê Sûriye bikin” dan û “Operasyona tê plankirin tê wateya xelaskirina DAIŞ’ê

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmirê Murat Çepnî, têkildaî mutabakata di navbera DYA û Tirkiye ku li ser “Herêma ewle” li hev kirin û daxuyaniyên rayedarên hikûmeta AKP’ê ya “Emê muaxaleyî Bakur û Rojhilatê Sûriye bikin” ji ajanasa MA’yê re nirxandin. Çepnî diyar kir ku hikûmet û îktîdar hewl dide krîza niha di navde bi êrîşên nû derbas bike û wiha got: “Koalîsyona AKP-MHP’ê li şûna ji krîza aborî rewşa akademisyenên bi KHK’ê hatin avêtin, betaliya ku her diçe mezin dibe, keda ku qîmeta wê nabîne û mêtîngeriyê dersê derxîne, polîtîkayên ewlehiyê deridixe pêş. Koalîsyona AKP û MHP’ê bi van polîtîkayan êrîşên faşîzmê bêtir kûr dike. Li şûna dest ji siyaseta şer berde, bêtir xwe  li şer girê dide. Wisa bawer dikin ku bi şerê li dijî kurdan xwe ji vê krîzê rizgar bikin. Rewa Rojava ji bo hemû welatên cîhanê rewşek taybet e. Li wir modela jiyanek nû ya ekolojik, azadiya jinê û demokratîk geş dibe. Li dijî faşîzmê, modelek nû ava dibe. Lê her dem ev herêm rastî gefên Tirkiye tê. Kengî AKP dikeve tengaziyê operasyona li diijî Rojava plan dike. AKP bi xwe Tirkiye dixe nava şer. Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê tevan dixe nava vî şerî.”

Çepnî destnîşan kir ku AKP, dixwaze li gorî berjewendiyên DYA û Rûsya tev bigere û xwe li vê herêmê bi cih bike û wiha bi dawî kir: “Ev operasyona li Rojava pêş bikeve tê wateya xurtkirina DAIŞ’ê. Operasyona li dijî Rojava operasyona Rizgarkirina DAIŞ’ê ye. Dixwazin bi van operasyonan hêzên kevneperest û nijadperest  ên emperyalizmê pêş bixin. Em diyar dikin ku tu hewce û pêwistiya operasyonên eskerî yên li dijî Rojava tune ye. Divê her kes li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Hemû êrîş û operasyonên ku bingeha wan a hiqûqî tune bin sûcê şer in. Li wir dixwazin Rojhilata Navîn bikin gola xwînê. Erdnîgariyia Rojava bi salan e di nava şer de ye. Lê niha gelê Kurd, Tirk, ereb, êzîdî û ewelî di nava hev de dijîn û modelek nû hatiye avakirin. Ev model ji bo hemû cîhanê mînak e. Niha HDP dixwaze vê pirsgikêkê çareser bike. Lê dewlet dixwaze rê li pêş HDP’ê bigire.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar