Li navçeya Hezoyê, Şakir Erîklî bi çeka lûle dirêj gule biraziyê xwe Veysî Erîklî kuşt û 2 cerdevanan jî birîndar kir
Li Qereqola Cendirmeyan a Dilşanê ya navçeya Hezoyê ya Êlihê, cerdevan Şakir Erîklî (33) bi çeka xwe ya lûle dirêj, ji ber sedemeke ne diyar, gule li 3 cerdevanên ku pê re nobet digirtin, reşand. Di bûyerê de biraziyê Erîklî Veysî Erîklî (22) mir û cerdevanên bi navê Yakûp Kiral û Orhan Avci jî birîndar bûn. Cenazeyê Veysî Ereklî ji bo otopsiyê rakirin morgê û her du cerdevanên birîndar jî tedewiya wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê tê kirin.
Hat hînbûn ku lêpirsîna Şakîr Erîklî ku ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin, didome. ÊLIH