Operasyona leşkerî ya li çolterên gundên Zengesor û Mizak ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê dest pê kir, dewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmê, gelek cerdevan bi mînîbûsên xwendekaran ji navçeya Sasonê ya Êlihê sewqî herema operasyonê hatine kirin.
Li herêma ku operasyon dewam dike, liv û tevgereke helîkopteran a zêde heye. Hat destnîşankirin ku cerdevan bi 7 mînîbusan, sewqî herêma operasyonê hatine kirin. Hat diyarkirin ku ji herêmê dem bi dem dengên çekan tê.
Cenazeyê 5 HPG’iyan
Li aliyê din, hat ragihandin ku di şerê rû da de, 5 HPG’iyan şehîd bûne û her 5 cenaze rakirine Morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. AMED