Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin

Hat ragihandin ku li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê cerdevanên ku ji bo darên herêmê bibirin hatine wezîfedarkirin, bilî meaşê xwe mehê 9 hezar û 139 lîre distînin

Operasyona ku Tirkiyeyê di 23 Nîsana 2021’an de li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metina yên bi ser başûrê Kurdistanê ve daye destpêkirin, bênavber berdewam dike. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li herêmê nikare di operasyona daye destpêkirin de bi pêş bikeve, serî li her rêbazên cuda dide. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, hat diyarkirin ku cerdevanên li bajarokê Sêgirkê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve jî tevli operasyonê hatine kirin. Cerdevanên ku ji bo birîna daran hatine wezîfedarkirin, her mehê careke tên guhertin û her roj 313 lîre pere distînin û meha wan jî 9 hezar û 139 lîre ye.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku xebatkarên paqijiya dibistanên navenda Şirnex û navçeyê wê jî tevli operasyonê tên kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar