Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Cerdevanan li Farqînê komkujî kir

Cerdevanan bi ser Gundê Reşka yê Navçeya Farqînê de girt û 6 kes kuştin û 9 kes jî birîndar kirin. Hat diyar kirin ku keyayê gund li qereqola cendirmeyan geriyaye û gotiye “Li gund şerê çekdarî heye.” Lê leşkerên qereqolê jî gotine “Ji ber ewlehiyê em nikarin bên.”

Dewleta tirk bi pêşxistina pargala cerdevaniyê li bakurê Kurdistanê kurdan di qirkirinê re derbas dike. Cerdevanên ku hêzê ji dewleta qirker digire rojane binpêkirinên mafan, kuştin, xesp, tecawuz, talan û wêrankirinê dikin. Cerdevanên ku zordestiyê dikin ji aliyê dewletê û desthilatiya AKP’ê ve tên parastin. Yek ji van kiryarên cerdevanan jî li Farqîna Amedê rûda û cerdevanan komkujî pêk anîn. Cerdevanan li Gundê Reşka yê Navçeya Farqînê bi ser mala Bozan de girtin. Di bûyerê de malbata Poyraz a cerdevan gule reşandin û 6 kes kuştin û 9 kes birîndar kirin.

Malbata Poyras li Gundê Reşka bi ser malbata Enver Tekîn de girtin û gule li wan reşandin. Piştî bûyerê yên bi hawarê de hatin, xwestin navbênkariyê bikin ew jî rastî êrîşê hatin. Malbata cerdevan a ji Gundê Sêdeqnê hatine, li ser kesên ketin navberê gule reşandin û di encamê de ji malbata Narin a navbênkar 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Di bûyerê de Aziz (22), Halise, Gokhan (22) û Munevver Narin û Edip Okraş û ji cerdevanên Gundê Sêdeqnê jî Suleyman Eleftoz jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de Tegmen Yapici, Ferhat Tekin, Munevver Bagli û Ferhat, Felhat, Mevlut, Cevat, Dukhan û Mehmet Narin birîndar bûn.

Kesên birîndar bûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneyên Farqîn û Amedê. Leşkerên hatin cihê bûyerê çûn û hatin girtin û dest bi lêkolînê kirin.

Pêşî leşker nehatın gund

Dema bûyer li gund pêş ket, Keyayê Gund Haci Veysi Yakişan li qereqola ku 10 kilometre dûrî gund e geriya û diyar kir ku şerê çekdarî heye lê  leşkerên qereyola cendirmeyan jî diyar kirine ku ji ber “ewlehî tune ye” ew nikarin biçin gund. Hate zanin ku piştî bûyerê leşker çûne gund û M.P. binçav kirine. Hat zanîn ku piştî otopsiyê wê cenazeyan teslîmî malbatê bike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar