Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Cerdevanên ku li sînor tên girtin: Em xwe heya êvarê di bin zinarekî de vedişêrin

Cerdevanên li Heftanîn û Avaşînê hatine bicihkirin anîn ziman ku dewletê ev 2 salin tu pêşketin bi dest nexistine û wiha gotin: “Me wekî amûr bi kar tînin. Dewlet nikare şer bike, tenê ji hewa ve êrîş dike.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi piştgiriya PDK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê di 17’ê nîsanê de daye destpêkirin di roja 36’yemîn de didome. Hêzên Zêrevan, Gulan û çeteyên Roj ên girêdayî malbata Barzanî jî li herêmên navborî beşdarî êrîşan dibin û ev êrîşên wan berdewam in. Her wiha gelek cerdevan jî cihê xwe di nava van êrîşan de digirin û li ser xeta sînor hatine bicihkirin. Cerdevan her roj nîqaşên di navbera xwe û leşkeran de tînin rojevê. Herî dawî di pevçûnên 19’ê gulanê yên li Heftanînê de cerdevan Mehmet Emîn Şak ê ji gundê Herdîşê yê Qilebanê dema ku êrîş bir ser gerîla, hat kuştin û cerdevan Îslam Sak, Neçîrvan Sak û Nazim Sak jî birîndar bûn.

Cerdevanên li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê ji bo qirkirina daran hatine şandin jî di êrîşan de tên bikaranîn.

Cerdavanên ji gundên Germav, Mezrayên Memxuran, Karçîna, Çeman û Tivorê yên girêdayî Elkê ku li Avaşîn û Zapê tên bicihkirin, anîn ziman ku di êrîşê de tu pêşketin nehatine bidestxistin û di van êrîşan de cerdevan weke amûr tên bikaranîn.

Cerdevanên ku nexwestin navên xwe bibêjin, diyar kirin ku ev du salin li heman cihî tên girtin û ev agahî dan: “Gelek cerdevanan gotin ‘Ma çi karê me li Iraqê heye’ û nehatin. Em ji par ve diçin lê heya niha em tim li heman cih de dimînin. Heya niha tim hêzên li hemberî me êriş dikin. Ên li vir ji tirsa nikarin serê xwe derbixin. Ew ji me gelek bihêztirin. Li Heftanînê tiştekî ku leşker û cerdevan bikin tune ye. Ev li vir tenê îstixbaratê pêk tînin. Ji tirsan nikarin şer bikin. Li cihekî liv û tevgerekî biçûk çêbe anons dikin û balafirên bi çek û bêmirov (SÎHA) ji asiman êrîşan pêk tînin. Yên li hember dema ku topekî hewanê jî davêjin vî alî ji bo ku nemirin em heya êvarê xwe di bin zinarekî de vedişêrin.”

Di berdewamê de jî cerdevanan anî ziman ku ew li cihên mayinkirî tên bikaranîn û wiha gotin: “Ji tirsan kesek nikare tiştekî jî bibêje. Cerdevan mirîne yan saxin ne bi xema tu kesî ye. Cerdevanan weke amûr bi kar tînin. Di navbera Cerdevan û leşkeran de jî tu hevkarî nîn e. Her kesek ketiye xema canê xwe.”

Cerdevanan got ku di şer de heta niha tu pêşketin bi dest nexistine û ev tişt anîn ziman: “Heya niha gelek cerdavanên bi darê zorê ji herêmên şer re hatine şandin dibêjin ku em dê dev ji çekê berdin. Cerdevan ditirsin ku biçin. Ji ber ku di şer de tu pêşketin tune ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar