Dengê fîşekan bilindtir dibe û bêhna barûtê dişewite di şerê dijwariya avhewayê de, ku bi lez gerstêrkê ber bi agirê gur ve dibe ku dê tu kes nikaribe rawestîne. Dema ku dinya ber bi çarenûsek nenas ve tê rêve kirin, sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, António Guterres, careke din hişyarî da û got ku li erdê “hilweşîna avhewayê” heye.
Kapîtalîzma ku dîrok berovajî kiriye, niha û di pêşerojê de ji bo bidestxistina rêjeya herî zêde ya qezencê, hewl dide ku zindiyên li ser rûyê erdê tune bike. Bahoz, lehî û şewat, delîlên zelal in, ên kiryarên vê zihniyetê ku rabirdû û niha kontrol kir û hewl dide pêşerojê jî kontrol bike.
Kapîtalîzm ji bo ku xebata xwe bidomîne û qezenca xwe ya herî mezin bi dest bixe, ne tenê hewl dide ku di navbera mirovan de şer derxe û belav bike, lê ji vê jî wêdetir hewl dide ku xwezaya derdora me bindest bike. Agirê trajediya avhewayê, aloziyên aborî, enerjî û xwarinê, şerên dijwar ên li Rojhilata Navîn, Afrîka û Ewropayê diqewimin, tenê delîla herî mezin e ku ev zihniyet çi kir.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya cîlda pêncan de dibêje: “Diyardeya bingehîn a ku di dema pêşkeftina civaka bajêr de tê dîtin ew e ku, ew civaka di nava xwe de mezin bûye, di nav dezgehên şîdet û îstîsmarê de hatiye helandin û li ser vê diyardeyê ava bûye, têkiliya ekolojiyê ya hevgirtî bi xwezayê re, têk dibe. Civakê vediguherîne jêdera madeyan û bikaranîna wê heta dawiyê.
Tevî wê jî, lîderên cihana kapîtalîst dosyaya avhewayê paşguh dikin û ber bi hegemonyê ve dibezin. Bi vê zihniyetê gerstêrkê ber bi çarenûsek metirsîdar ve dibin. Guhertina avhewayê û germbûna cihanê, dê bi xwe re aloziyan bîne ku tevahî zindiyan biwestîne çi niha yan jî di pêşerojê de.
Li gor zanyaran, bilindbûna germahiya cihanê 1.5 pileyî derbas dike. Ev rêjeya ku hatiye diyarkirin e. Hin lêkolîneran jî, gotin bi rêjeya ji sedî 66 ihtîmal heye di navbera niha û 2027`an de vê pileyê derbas bikin.
Pergala kapîtalîst a cihanî, li dû berjewendiyên xwe yên aborî dibeze ku jê re faîde û qezencê tînin. Ji bo rêgirtina li pêşiya gazên germ, sala 1972`yan, li Stokhoma siweydî, kongreya yekemîn a hawîrdorê li dar ket. Ji wê demê ve, lidarxistina kongreyên navneteweyî di bin nav û têgehên cuda de didome. Lê dewletan sozên ku dane, binpêkirin. Ev jî mirovahiyê ber bi tunebûnê ve dibe.
Navenda çavdêriyê ya Copernicus got: “mewsima hezîran, tîrmeh û tebaxa 2023`yan, a herî germ e li ser rûyê erdê. Bi navînî germahiyê gerdûnê 16.77 e.
Ev ji navîneya serdema 1991 û 2020`î bi rêjeya 0.66 zêdetir e. Her wiha bi rêjeya 0.2 ji asta rekor a berê ya sala 2019`an zêdetir e.
Ji ber wê, li gel zêdebûna şewatan li daristanan, zuhabûna çeman, golan, zuhabûnê, kêmbûna rûberên keskayî û helîna bilez a qeşeya her tu qitubên bakur û başûr, bilindbûna asta okyanûsan û lehiyan, bangewazî zêde bû.
Pêwîste cihan salê bi rêjeya 7.6 miqdara gazê kêm bike. Heke ev plan rojekê dereng bibe, kêmkirin dijwartir dibe. Bi hatina 2050`î re dê pêwîst bike ku her sal 15.5 gaz bê kêmkirin. Ji ber wê li gor rapora Emissions Gap a 2019`an, armanca bilind a kêmkirina 1.5 pêkan nahêle.
Dema pileya germahiyê bi rêjeya 1.5 bilind bibe, dê zêdetirî ji sedî 70 mircan bimire. Bi bilindbûna germahiyê ji bo 2 pileyan, dê ji sedî 99 mircan ji holê rabe. Dê asta deryayê zêdetirî 10 cm bilind bibe. Ev dê bi xwe re asta zuhabûnê, bahoz û diyardeyên avhewayê, zêdetir bike.
Li hin dewletan ev havîn mîna dojehê bû ku şewat li daristanên wan çêbûn mîna Haway, Kanada, Cezaîr, Tunis, Îtalya, Yewnanistan, Tirkiye û Sûriyeyê. Baranê gelek bajar li dewletên mîna Çîn, Amerîka, Rûsya, Erebistana Siûdî, Japonya, Hîndîstan û Pakistanê bi nav kirin. Lehiyan hin bajar bi temamî ji holê rakirin. Mîna ku beriya çend rojan li Lîbyayê çêbûye. Di van felaketan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da.
Ji dîmenên herî bi êş ku bala bikaranînerên sosyal medya kişandiye û helwest nîşan dan, girava Rodos a Yewnansitanê ku girava turîzmê bû vegerî kavilan. Girava Haway (bihoşta turîzmê) veguherî xwelî.
Çîn, Amerîka ji dewletên herî mezin ku gaz jê derdikevin û dibin sedema germbûnê. Dûre Hindistan, Yekitiya Ewropayê, Rûsya, Japonya, Brazîliya, Îran û Erebistana Siûdî.
Li gorî koma “Rhodium Group” ji Çînê 14.1 milyar ton metrî gaz derdikeve. Ji DYA`yê jî 5.7 milyar ton metrî derdikeve.
Ev felaketên hawîrdorê ketin rojeva ajandeyan. Cihan bi şok li mirina zindiyan ji ber birçîbûnê, tîbûnê, şewitînê û noqîavbûnê temaşe kir. Guhertina avhewayê bû sedem ku şewatên mezin li daristanan çê bibin. Lehî rabin ku bajarên mezin dan pêşiya xwe. Çem û gol zuha bibin. Erdhejên mezin li seranserî cihanê çêbibin.
Felakata mezin, erdheja Mereş ê bû ku li bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê 6`ê sibata îsal bi pileya 7.7 û 7.6 rû bide. Di encamê de li gor daneyên desthilatan 52 hezar û 18 kes jiyana xwe ji dest da.
Di îlonê de jî, erdhejeke mezin çêbû ku navenda wê bajarê Merakêş ê Mexribê bû. Pileya wê 7 bû. Wezareta Kar û Barên Hundirîn a Mexribê ragihand ku qurbaniyên erdhejê zêdetirî 4 hezar e. Di nav de kuştin hene.
Di nav bandorên vê bahoza dijwar a avhewayê û kêmbûna avê de, binesaziya Iraq û Sûriyeyê gelek di aliyê hawîrdorê de gelek zeîf in. Li gor hin raporan, serdemên bê dê hawîrdora her du welatan wisa bike ku lê neyê jiyîn, ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, kêmbûna baranê, kêmbûna ava bîran, giranbûna bahozên tozê, zuhabûn û hişksaliyê.
Bingeha vê texmînê jî, rola neyînî ya dewleta tirk a dagirker e ku bi rêya zuhakirina jêderan bandor li avhewaya her du dewletan dike. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker li ser çemên Firat û Dicleyê gelek bendav ava kirin. Jêderên her du çeman ber bi projeyên wisa ve bir ku bandor li herikîna her du çeman kir. Ev jî gefa rûdane felaketeke avî û hawîrdorê li her du welatan dixwe.
Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Cihanê, xetereyên girêdayî avhewa û avê bûn sedem ku 12 hezar felaket salên di navbera 1970-2021`an de çêbûn. Herî zêde zirar li dewletên paşketî hatin. Ji sedî 90 kes yanî derdora 2 milyon kes jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 60 zirarên aborî bûn.
Li gorî texmînên şîrketa sîgorteya Swiss Re windahiyên aborî yên ji ber van felaketên li seranserî cihanê çêbûne, derdora 120 milyar dolar bû di nîvê yekemîn ê îsal de.
Salane 21.5 milyon kes ji ber felaketên xwezayî koçber dibin
Komîseriya bilind a kar û barên penaberan di raporeke nû de aşkera kir ku ji ber felakatan salane derdora zêdetirî 21 milyon kes koçber dibin. Ev daneya 15 salên dawiyê ku ji ber guhertina avhewayê ye. komîseriyê di rapora xwe de diyar kir ku bi hatina 2050`î re dê derdora 1.2 milyar koçber hebin.
Çareserî aboriya ekolojîk e
Mijarên li jor hatine bibîrxistin, beşeke biçûk e. Ji ber wê, xilasiya ji şewatên kapîtalîzmê a ku ji bilî qezencê bi tiştek din nafikire, xwedîderktina li aboriyeke wisa ku peydakirina pêdiviyên civakê li ser bingeha zêdekirina miqdarê, esas bigire. Divê ev hewldana wê zirar negihîne hawîrdorê. Rêber Abdullah Ocalan di cilda xwe ya çaran de bi aboriya ekolojîk navand.