Mahsûm Koyun |
Bîrdoziya serwer –Wallertstein ji bo vê yeke bîrdoziya lîberal dixebitîne- xwedî desthilatdar ji bo civakê her dem xeter e. Di heman demê de hebûna xwe, dîsa ketin û daketina xwe bi qeyranên polîtîk ve girêdayî ye. Ji ewil bê awayeke bi pergalî li dijî şaristaniya demokratîk helwesteke hegemonîk bi pêş dixe û pişt re jî civaka xwezayî dixe kêmînê û êrîşî rûmeta civakê dike. Her wiha êrîşî wateya civakê dike û dixwaze civakê bê wate bihêle. Sêgoşeya civakê bi zilamên kone hatiye dorpêçkirin. Pêşengtiya civakê –her wiha pêşengtiya şaristaniya demokratîk e- jin a ku nûnera civakê ye dike. Ji ber vê yekê ye ku ji ewil li ser jina azad êrîşên piralî dimeşînin. Lewra civak xwedî projeyek azad e.
Di vê kêliyê de, bîrdoziya civakî zagona xwezayê ye. Zagon hevpeymana civak û xwezayê ye. Civaka xwezayî hevpeymana xwe ne bi xwedê re, bi xwezayê re pêk tîne. Ji ber ku xweza zindî tê dîtin. ‘Anîmîzm’ wateya vê zindîbûyînê ye. Di zimanê latînî de wekî ‘anîme’ tê bikaranîn. Nasnameya vê civakê, sinc e. Sinc taybetmendiyeke mirovahiyê ye ku çavkaniya wê metafîzîk e. Civaka xwezayî pêşî bi ‘anîme’ pişt re jî bi sincê ve makezagona xwe diafirîne. Ev rastî mîna heqîqetê ji mirov dikare pênase bike; civak tenê bi sincê dikare xwe bi saz bike.’ Di heman demê de mirov dikare vê rastiyê berovajî jî bixwîne. Sinc tune bibe civak nikare bibe yekpare, lewra civak bi sincê ava dibe. Mînak yek ji sedema belavbûyina reel sosyalîzmê jî ev yek e. Ev mînak neyînî ye. Mînaka erênî qewmê îbranî ye. Di lihevhatin û birêvebirina qewmê îbranî de rola sincê mîsoger e. Piştî van mînakan heger mirov since weke bîrdozî bigire dest, di bingeha vê de ‘anîme’ heye. Vê gavê mirov dikare behsa qerektera civakê ya metafîzîk jî bike.
Jixwe civaka sincdar bi fikir, polîtîka, felsefe, ol, zanistî, hûner û hiqûqê ve fêr û tijî giraniya metafîzîkê nîşan dide. Pîrozdîtina ‘Gudea’ weke xwedayê tê bikaranîn û kevneşopiya ava dike. Sinc û ol hemwate tê dîtin û civak bi since xwezayî bîrdoziya olî ango teolojiye weke pergala şaristaniyê diafirîne. Cara yekem têgeha bîrdoziyê Destutt De Trocy bi kar aniye. Lê belê têkiliya sinc û birdoziyê nehatiye dîtin. Qeyde, zagon, ferman û rêgezên sincê gihiştin bîrdoziyê û bûn pergal. Bîrdoziya pergalê bi navê modernîteya kapîtalîst – ev nav weke paradîgmaya kapîtalîzmê ye -serwer bû. Bêguman têgihiştina pergala serwerî di hundirê xwe de rastiya olî dihewî ne. Jixwe di pêşerojê de olên yek xwedayî fermanên sincê di bin bîrdoziya modernîteya kapîtalîzmê de fetisandin û bûn yek ji amûrên vê pergal ê. Ev bû çavkaniyeke antîka vê pergalê ango bû pergal bixwe û serweriya xwe meşand û her dimeşîne.
Qewm û miletên dema şaristaniya navend û ya hegemonîk, weke formeke civakî bû. Ev form di modernîteya kapîtalîzmê de bû netew-dewlet û serweriya xwe domand. Gelo Gilgamêş çiqas dişibe Fîrewn û Fîrewn çiqas nêzî dijberî xwe ye. Hegemonya wek navend û derdor desthilatdar û sermiyanî di çerixîne. Geh li bajarê Urukê bi dorên xinêr li hemberî rastiya civakê bililnd dibe, geh jî bi heqîqetê ve rû bi rû dimîne. Civak weke heqîqetê bi sinc û polîtîkayê ava bûye. ‘Sinc û polîtîka hûr û roviyê civakê ye.’ Ji ber vê yekê modernîteya kapîtalîst êrîşî van rastiyan dike.
Pêvçûna demdirêj a bîrdoziyê bi dîrokê ve lêpirsîn gelo bîrdoziya heqîqetê –ango civaka polîtîk û bi sinc- hebûna xwe li hemberî serweriyê qewmî nake? Danasîna vê formulê pêwîste bi feraseta dîyalektîk a dîrokî bê nirxandin û dê ev yek baştir bibe. Niha dîroka serweriyê ya ku weke kapîtal tê binavkirin, dîroka bajar-çîn-dewletê ye. Dîroka civakê hîn kevintire. Lê ji ber ku komeleya zanistê di dema Marks û Engels de zêde pêş neketî bû, ev rastî nedihat dîtin. Dîroka civakê bi rêbaza dîyalektîka dîrokî ji aliye Marks û Engels ve heta cihekî ragihandin. Pirtûka Morgan a bi navê ‘Civaka kevn’ diyalektîka Marksîzmê li gor demê pêş xist. Ev pirtûk zêdetir bala Engels dikşîne û Engels bi fikren Morgan berhema rûçikên dewlet a taybet û malbatê dinivîsîne. Di marksîzmê de bîrdozî ji ber ku mîna zanistî hatiye dîtin. Civak jî di zanistiya sosyalîzmê de bi vî rengî hatiye pelixandin.
Tehlîlkirina çînî hem bi zanistî û hem jî bi rêbazeke bîrdozî pêş ketiye. Di encamê de li hemberî leşkerê kapîtal burjuvaziyê, çîna bindest ‘proleterya’ derkete pêş. Ew çax mirov dikare beje ‘bidestxistina desthilatdariya dewletê’ ye. Marks, amûra kirdeyê ya ku pergala komunê ava bike weke desthilatdarî nîşan daye. Reel sosyalîzm bingeha xwe ji vê rastiyê digire. Dema ku Lenîn bi alîkariya Parvus -kesekî cihû ye- gav diavêje St. Petersburgê, ‘hemû desthilatdarî ber bi sovyetê ve’ dibêje û mîrateya bîrdoziya marksîzmê dide jiyîn. Her çiqas sosyalîzma hatî jiyîn dûrî marksîzmê bibe jî li ser navê marksîzmê pêşketiye. Lenîn bi vê yekê xwest civakê ji kapîtalîzmê dûr bixe û bi bîrdoziya marksîzmê merheleya sosyalîzmê desthilatdarî, dewletê ava bike. Mixabin ji ber ku têkiliya azadî û dewletê vala nehatiye, fêmkirina sosyalîzma Bolşevîkê zêde berdewam nekiriye û li hemberî bîrdoziya serwer têk çû. Sedema têkçûna bolşevîzmê pir alî ye. Lê em ê li ser pergal û rewşa civakê bisekinin. Lewma jî beriya ku em derbasî şoreşa cotmehê bibin, pêwîste em piçek behsa çînîtiyê bikin ku dê mijar zelaltir bibe.
Weke ku tê zanîn rejîmên totalîter ji du çîna pêk tên; serdest û bindest. Cihê ku serdest lê hebe li wê derê totalîterîzm û her wiha bindestî jî heye. Di heman demê de di navbera her du çînan de jî çîna navîn heye. Çîna navîn weke parêzerê desthilatdariyê ye; jêrxaneya wê ango hebûna wê ye. Ji bo komkirina sermiyanê çîneke bêhempa ye. Jixwe kapîtal desthilatdariyê, desthilatdarî jî sermîyanî kom dike. Di zagona kuantumê de ev têkilî wekî têkiliya sîmbiyotîk tê binavkirin. Li gorî van pênaseyan ji bo çîna navîn pênaseyeke wiha derdikeve holê; desthilatdarî sermiyanî ava dike, her wiha çîna navîn feraset û mirazê serweriyê erk digire û xwe dide jiyîn. Desthilatdarî pûç dibe lê çîna navîn wê derman dike, kirdeya azadiyê û dij bê çîna desthilatdar li ber xwe dide.
Di vir de divê em vegerin ser mijara xwe ango reel sosyalîzmê. Li gorî pênaseya jor mirov dikare bêje diyalektîkên klasîk a sosyalîzmê bi vî rengî hatine destgirtin. Têgeha diyalektîkê têgeheke nû nîne. Pozîtîvîzm di fermiyetê de diyalektîkê dipejirîne Platon e. Jixwe Platon weke berdevkê Sokrates e. Mirov dikare bibêje diyalektîka Sokrates wateya xwe hunera nîqaşêye di îdealîzma platon de dibe devlet. Her wiha di serdema navîn de Arîsto weke pêşengê bîrdoziya fermî ya serdemê dihat bikaranîn. Her ku çû dualîzm- diyalektîk rêbaz guherandin û bi felsefeya kapîtalîzmê kêm bû wateya xwe fikren neguhêr ên sazîbûyina monarşiye ve encam girt. Rêveçûna diyalektîkên ku li jor me pênase kir; weke pergala zanistiya civakî ya navenda Ewropayê ve hatiye qebûlkirin. Li gel ku em dizanin ev pergal li dijî hiş û mejiyan civaka sincî dixebite. Di serdema modern de piştî pêşketina diyalektîk û pergalê qîmeteke li Hegel tê dayîn. Lê Hegel bi tena sere xwe ne Hegel e. Weke ku li jor jî me anî bû ziman; kêmbûna rêbazên diyalektîk herî dawî bi Hegel ve qerektereke pergalê ya pir biqedir tê gotin. Diyalektîk peyvek e. Lê peyveke gerdûnî ye ne peyveke pergalê ye.
Hegel fikir ji Ranke, dîrokê ji heyama antîk û wacê ji makezagonên gerdûnî girtibû û navê weke ‘gîzem’ lê kiribû. Lê diyalektîk weke Hegel bikaranî bû, diyalektîka teqez di pergala şaristaniyê de bi dewletê ve tacîdar bibe. Hegel azadiyê bi dewletê ve watedar dike, azadiya civakê bi dewletê ve girê dide û ji Kant bi rê dikeve û monarşiya Prusyayê ava dike. Pişdariya dijberiya weke heqîqeta diyalektîk di dît. Rastî yekpare ye. Di nava vê rastiyê de mirov dikare têkeve nava pêvajoya xwefêmkirinê. Li gorî Hegel ger xwefêmkirin tune be, biyanî pêş dikeve û li hemberî rastiyê mirov qels dimîne. Jixwe Marks jî diyalektikê ji vê xalê digire dest û li hemberî Hegel derdikeve. Di nakokiyên nava Hegel û Marx de rewşên waqiya û diyalektîk wisa pêş dikeve. Lê di vir de biyanî têgeha civakî û aborî ji hevudu cih girtin. Biyanîbûn Marx bêhtir bi fetişîzma metayê ve têkildar e. Mirov metayê ku diafirîne ked dide û ev ked bê xwedî bimîne biyanîbûn pêş dikeve. Marks di hêla ked û aboriyê ve vê têgehê digire dest. Hegel biyanîbûnê weke ji rastiyê dûrketin an jî bi perçebûnê ve şîrove dike. Mînak; ‘Xweda yeke û kesekî ku li hemberî vê rastiya xwedê ger bextiyar nebe, ew kes biyanî bûye.’ Ev têgehe helbet girîng in lê em nikarin rasterast li ser van têgeha gotara xwe bidomînin. Lê dîsa ji bo ku em bibêjin ji têkiliya Marks û Hegel ve van têgehan amûrên reaksiyonan e.
Marks diyalektîkên teqez red dike, li hemberî wan kirdeye weke çareseriya pirsgirêka civakê dibîne û mîna rizgariya biyanîbûnê şîrove dike. Her wiha ji bo Hegel wisa dibêje; ‘Diyalektîka Hegel li hewayê ye.’ Niha di her du diyalektîkan de jî encam xwe dispêre dewletê. Ji ber vê yekê cihê ku sinc û polîtîka lê pêş bikeve nîne. Lê pergala kapîtalîzmê pêş dixe yek jê Hegel e yên din jî dibin şirîkên vê pergalê. Divê em vê rastiyê di pêşveçûna sosyalîzma dewletî ya li Rûsyayê hatiye sazkirin de pir aşkere bibînin. (Didome)
Nîşe: Ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatiye şandin