Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî rewşa Efrînê ji ANF’ê bi Mîran Ebdo û Roj Denîz re axivî.
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê, çeteyan bi erêkirina dewleta tirk re dest bi revandina sivîlên Efrînê kirin û ji bo berdana wan fîdye ji malbatên wan xwastin. Şêxo wiha domand: “Nêzî 50’î kom li Efrînê hene û her komeke zindana xwe çêkiriye. Zindana wan a navendî li gundê Marêtê ye û du beşan di nav xwe de dihewîne. Beşek a sivîlan e û beşek jî ya leşkeran e. Her wiha zindana polîsên leşkerî di dibistana bazirganiyê ya bajara Efrînê de hatiye bicihkirin. Li kêleka wê jî zindana ewlehiya siyasî di kolana Vîlat de heye. Ji derveyî van jî yên ku sûcên wan giran derbasî zindanên Marê, Raî û Ezazê dikin. Di van zindanan de gelek efrînî hene. Nêzî 6 hezar efrînî hatine revandin ku gelek ji wan derbasî zindanên dewleta tirk kirine. Ji van agahî nayên girtin.”
‘Di zindanan de îşkence di asta herî jor de ye’
Şêxo da zanîn ku rewşa efrîniyên di zindanan de pir xerabe û wiha got: “Bi taybet jî yên li girtîgeha Ezazê ku di bi serweriya koma Asifet El-Şemal (Bahoza Bakur) de ye. Tiştên herî xerab li vir tên kirin. Xwarin û vexwarin pir kêm e. Di warê tenduristiyê de pir xirab e. Li gel vê di aste herî jor de îşkence tê kirin. Dîsa zindanên efrîniyan û yên din ji hev cuda ne.”
‘Li her odeyekê zêdetirî 50 girtî hene’
Di berdewamê de jî Şêxo ev tişt anî ziman: “Di dema şewba koronayê de li herêmên di bin serweriya çeteyan de ji bo zindanan tu tevdîr nehatin girtin. Di zindana li gundê Maratê de nêzî 900 girtî hene. Girtîgeh ji 4 odeyan pêk tê û di her odeyê de zêdetirî 50 kes dimînin. Efrîniyên li girtîgehê da zanîn ku dema nexweş dikevin bi pereyên xwe derman dibin. Li her odeyê tenê îskanekê avê heye. Dewleta tirk û çeteyên wê mafên mirovan binpê dikin. Li Efrînê saziyên mafên mirovan û ragihandinên fermî nînin. Ji ber vê jî di hêla agahiyan de em zehmetiyan dikişînin. Piraniya agahiyan em ji kesên koçberî Şehbayê bûn digirin.”
Bang li rêxistinên mafên mirovan kir
Herî dawî jî Şêxo wiha got. “Li gel van binpêkirinan, li Efrînê zêdetirî 250 hezar dar hatine birin. Zêdetirî 6 hezar kes hatine revandin û şûnwarên dîrokî yên li Efrînê her roj tên talankirin û dizîn. Nasnameya Efrînê tê guherandin. Mal û milkê efrîniyan tê firotin û şêniyên Şiyê ji bo ku ji malê xwe dernekevin pereyan didin. Ez bang li hemû saziyên navneteweyî dikim ku berê xwe bidin Efrînê û bibînin bê ka çi bi serê gelê Efrînê tê kirin. Em Çiqas binpêkirinên çeteyan bînin ziman jî bes nake.” ŞEHBA