PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Çete li Lojmanên MÎT’ê civînan digirin!

Hat gotin ku çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HYT/El Nusra), ji ber pevçûn û bombebarana li Îdlibê 4 meh in civînên xwe li navçeya Reyhanliyê li dar dixe. Hat diyar kirin ku li Eywana Dawetê ya Cemesî û lojmanên MÎT’ê dicivin

Tê diyar kirin ku nexasim piştî qewimînên li Îdlibê, navçeya Reyhanliya Hatayê bûye binkeyeke mezin a çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nusra). Hat derpêşkirin ku çeteyên HTŞ ji ber pevçûn û bombebaran li Îdlibê 4 meh in civînên xwe yî navxweyî li navenda Reyhanliyê çêdike.  Li gorî agahiyên ji welatiyên li herêmê bi destketî, li navenda Reyhanli û deverên nêzî Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê, kadroyên sereke yên çeteyên El Nûsra û MÎT bi hev re civînan çêdikin. Tê gotin, ev civîn li Lojmanên MÎT’ê û Eywana Daweta ya Cemesî ku bi qasî 5 kîlometreyan dûrî Driyê Sînor ê Cîlvegoziyê ye tên çêkirin.

Navenda eywana dawetê ye

Jêderkan diyar kir ku ev civîn bi awayekî veşarî û bi awayekî perîyodîk tên kirin. Çavkaniyan, bilêv kir ku civîn car heye heftê carekê, car heye 15 rojan carekê û car heye mehê carekê tên kirin. Jêderkan anî ziman ku cihwarê civînê pir naguhere û herî zêde li eywana dawetê ya navbirî tên kirin û carinan li lojmanên MÎT’ê tên kirin ku 3 kîlometre dîrû navenda Reyhanliyê ne. Der barê naveroka civînan de agahî bi dest neketin lê belê hat diyarkirin ku li navçeyê 4 mehên civîn tên çêkirin û sedema ku li Reyhanli tên çêkirin jî ji ber ku li Îdlibê pevçûn û bombeberan heye. HATAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar