Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Çete, tecawizkar û diz berdan lê zarokên me terkî mirinê kirin’

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul dema roja ku ragihandî ku li 5 girtîgehên vekirî 17 girtî bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketine û 3 ji wan jiyana xwe ji dest dane, qanûna înfazê li meclisê bi dengên AKP-MHP’ê hate qebûlkirin. Lê girtiyên siyasî li derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Li girtîgehan tevdîrên pêwîst nayên girtin û girtî di bin talûkeyekê mezin de ne. Malbatên girtiyan jî ji jiyana zarokên xwe bi fikarin.

Bavê girtiyên bi navên Erdal Can ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê tê girtin û Firat Can ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê girtin Mehmet Alî Can têkildarî rewşa zarokên xwe axivî. Can da zanîn ku kurê wî Erdal çend caran hatiye emeliyatkirin û gurçika wî jê kirine. Can diyar kir ku di 4 hevalên kurê wî de nîşaneyen vîrûsê hene lê dîsa jî li girtîgeha Sîlîvriyê test nayên kirin. Can got ji ber ku dê girtiyan 14 rojan li nexweşxaneyê bixin qarantînayê, girtî çûna nexweşxaneyê red dikin.

‘Li girtîgehê tevdîr nehatine girtin’

Can piştre jî qala kurê xwe Firat kir û ev agahî dan: “Di qawîşa Firat de 20 kes dimînin. Ji ber ku cih nîne hinek girtî li erdî radikevin. Dema ku girtî vê rewşê vedibêjin jî rêveberiya girtîgehê dibêje li benda çûna girtiyên edlî ne û piştre dê ji wan re cih çêbikin. Kurê min got ku di nava hev de ne û li girtîgehê tu tevdîr nehatine girtin. Her wiha gelek girtiyên nexweş di nav wan de hene û mîdeya wî bi xwe jî di êşe. Kurê min got ku ew jî di nava koma birîsk de ye.”

Bertek nîşanî qanûna înfazê da

Mehmet Alî Can herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Ji bo jiyana zarokên min fikarên min hene. Serokê rêxistina sûc a birêxistinkirî Alaattîn Çakici, tecawizkar û diz hatin berdan. Lê her du kurên min ên nexweş terkî mirinê kirin. Çawa ku li seranserî cîhanê ji ber vîrûsê girtî hatibin berdan, divê Tirkiye jî hemû girtî û hikûmxwaran berde.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar