Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê li ber çavên hêzên Rûsya û rejîma Sûrîyeyê, depoyên genim ên Şergirakê talan kirin
Talan û wêraniya artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên ku dagir kirine didome. Yek ji van herêmên ku ji hêla hêzên dagirker ve hatiye şêlandin jî depoyên Şergirak ê navçeya Eyn Îsayê yên li ser rêya navneteweyî ye.
Dîmenên dema ku komên leşker û çete yên girêdayî dewleta tirk depoyên genim dişêlînin ji hêla ANHA’yê ve hatibûn weşandin. Di dîmenan de xuya dike ku çawa artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê depoyên Şergirakê û di nava rojê de li ber çavên hêzên Rûsya û rejîma Sûriyeyê ku kêmî 100 metreyan dûrî depoyan in, talan dikin. EYN ÎSA