Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Çeteyan dayika 60 salî girt û mala wê şêlandin

Dayika Yadê Eyşê Ehmed 60 salî ye û ji gundê Erbiyîn ê Serêkaniyê ye û dayika 4 şervanan e. Ji ber êrîşên dewleta tirk koçber dibe. Yadê Eyşê serpêhatiya xwe ya vegerê wiha vedibêje: “Min xwest biçim mala xwe bibînim lê mala min hatibû şêlandin. Çeteyan ez girtim û xwestin bi girtina min zextê li 4 zarokên min tev li HSD’ê bûn, bikin.”

Ji ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 300 hezar şêniyên Serêkaniyê û Hesekê ji warên xwe koçber bûn. Her malbateke koçber xwedî serpêhatiyeke bi êş e. Yek ji van malbatên koçber jî, malbata Yadê Eyşê Ehmed (60) e. Malbata Yadê Eyşê ji gundê Erbiyîn ê Serêkaniyê ye. Yadê Eyşê jî dayika şehîd Ehmed Îbrahîm e. Malbat niha li Kampa Waşokanî dimîne. Yadê Eyşê serpêhatiya xwe ji ANHA’yê bi Henar Îbrahîm re parve kir.

Yadê Eyşê Ehmed ji ewil got ku dayika 5 zarokan e û ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûye. Di berdewamê de jî Yadê Eyşê wiha got: “Çend nûçe hatin parvekirin ku koçber dikarin vegerin malên xwe. Min jî xwest biçim mala xwe bibînim û hin kel û pelên xwe derxînim. Lê dema ez çûm gund, hatim girtin û çeteyên ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê’ pirsa 4 zarokên min tev li HSD’ê bûn ji min kirin. Ez bi ‘Çek di mala te de hene’ tawanbar kirim. Mala min kolandin û li çekan geriyan. Lê tiştek nedîtin. Mal şêlandibûn.”

Bi alîkariya cîranê xwe reviya

Bi domdarî jî Yadê Eyşê serpêhatiya xwe wiha vegot: “Çeteyan bi telefonê wêneyê min kişandin û telefona min ji min standin. Nehiştin ji malê derkevim û gotin; ‘Divê em her dem te bibînin.’ Min cilên xwe guherandin û bi alîkariya cîrana xwe ji malê derketim. Derbasî gundê Kozeliyê bûm. Rojekî li Kozeliyê mam. Çeteyan dixwest bi girtina min zextê li zarokên min bikin. Mal û milkên şêniyan wêran dikirin û li dijî wan sûc dikirin. mala min dizîbûn û tiştek tê de nehiştibûn. Qedexeya derketina derve li şêniyan ferz dikirin. Niha ez û kufletên xwe li kampa Waşokanî dimînin. Beriya êrîşa dewleta tirk, gundê me bi aram bû.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar