Li gundên Minbicê yên Ii ser xeta çemê Sacûrê şerekê dijwar di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewlet tirk de diqewime
Komên çete yên dewleta tirk ên li herêma Cerablusê êrîşî gundên Minbicê yên li ser xeta çemê Sacûrê kirin. Hat zanîn ku komên çete hewl dan ku êrîşî gundê El Cat ê dikeve rojavayê bajarê Minbicê bikin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bersivên tund dan hêzên dagirker û li ser vê yekê jî li herêmê şerekî dijwar dest pê kir.
Şerê li herêmê didome. MINBIC