Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Çeteyan ji ewil mala wan talan kir piştre jî şewitandin

Malbata Zîlan Mihemed Eşref jî wekî gelek malbatan ji Serêkaniyê ji ber êrîşan koçber bûye. Malbatê da zanîn ku dema ji ber êrîşan koçber bûn, çeteyan mala wan talan kiriye û piştre jî şewitandine

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9’ê cotmeha îsal ve êrîşî rojavayê Kurdistanê dikin. Di encama êrîşan de zêdetirî 300 hezar şêniyên herêmê koçber bûn. Gelemperiya koçberan li herêmên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn. Yek ji van herêman jî Qamişlo ye. Li gorî daneyên fermî, 960 malbat li Qamişlo bi cih bûne. Li hêlekê şêniyên bajar alîkariyê didin koçberan û li hêla din jî Rêveberiya Xweser li Hesekê Kampa Waşokanî ya li Hesekê amade dike.

Yek ji van malbatên koçber bûn jî, malbata Zîlan Mihemed Eşref e. Malbat niha li taxa El Erbawiyeyê di malekê de dimîne. Şêniyekî mala xwe bêpere ji malbatê re vekir. Têkildarî serpêhatiya xwe Zîlan Mihemed wiha dibêje: “Di berêvara 9’ê cotmehê saet di 4:00’an de balafirên şer ên dewleta tirk bajar bombebaran kir. Ji ber dijwariya bombebaranê em neçarî koçberiyê bûn. Di serî de em çûn Zirganê. Li wir agahî ji me re hat ku çeteyan mala me talan kiriye û piştre jî şewitandine.”

Ji ber êrîşan derbasî Qamişloyê bûn

Bi êrîşa li dijî Zirganê re jî malbat vêcarê jî malbat derbasî gundê Hirşewî yê li ser rêya navdewletî û ji wir jî koçberî Qamişloyê dibe. Dema malbat derbasî Qamişlo dibe, şêniyên bajêr, komun û rêxistinên xêrxwaziyê yên Rojava pêwîstiyên wan pêşwazî dikin. Malbat dibêje ku tevî vê alîkariyê jî, hê jî gelek kêmasiyên wan hene.

Bang li rêxistinên navneteweyî kir

Endamê rêveber ê Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Rojhilat a Qamişloyê Fasîh Ehmed jî got ku alîkariyê bi rêya komunan li koçberan belav dikin. Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî yên ku piştî êrîşan karê xwe daye sekinandin kir ku vegerin herêmê û erkên xwe yên mirovî pêk bînin.

Her wiha endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê Xaşii Sîno jî da zanîn ku mazot bi rêya komunan tê belavkirin û koçberên ku mazot negihiştiyê li kîjan herêmê bin, bila yekser serî li komunê bidin û mazotê wergirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar