Komên çete yên girêdêyî dewleta tirk duh li Efrînê 200 darên zeytûnê yên li Şera ya Efrînê şewitandin
Talan, wêranî û hovîtiyên hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Hêzên dagirker ên ku li Efrînê li dijî welatiyan binpêkirinên mezin dikin, bênavber xwezaya Efrînê jî tune dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, komên çete duh agir berda zeviyên zeytûnê yên gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê. Çavkaniyan da zanîn ku di encama şewatê de herî kêm 200 darên zeytûnê şewitîn. EFRÎN