Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çeteyan li Efrînê kalê 85 salî û hevjîna wî îşkence kirin

Komên çete yên girêdayî Ehrar El Şerqiyeyê li gundê Kûra yê Raco ya Efrînê welatiyê bi navê Umer Eros ê 85 salî û hevjîna wî îşkence kirin û pereyên wan ji wan stendin

Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, Ehrar El Şam, El Nusra, El Qaîde û OSO’yê piştî ku kantona Efrînê dagir kirin, li ser gelê herêmê îşkenceyên giran pêk anîn. Di çarçoveya guherandina demografyaya herêmê de bi sedhezaran şêniyên Efrînê ji wir hatin derxistin, bi sedan hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin girtin û îşkencekirin. Li hêla din jî artêşa tirk û çeteyên wê mal û milkê gelê herêmê jî talan û wêran kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, komên çete ya Ehrar El Şerqiye di roja 15’ê sibatê de li gundê Kûra yê Raco ya Efrînê bi ser mala kalê 85 salî Umer Eros de girt. Hat zanîn ku çeteyan Eros îşkence kir û mala wî jî talan kir. Dîmenên Eros û hevjîna wî ya ku ji hêla çeteyan ve hatine îşkencekirin li ser tora civakî hatin parvekirin.

Di dîmen de du hevjînên temen mezin ji hêla çeteyan ve tên îşkencekirin û mal û milkê wan jî tê talankirin. Der barê mijarê de welatiyekî ji gundê Kûrayê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide ji ANHA’yê re ragihand ku îşkence û talan ji hêla koma bi navê ‘Lîwa Husên’ a girêdayî koma çete ya Ehrar El Şerqiyeyê ve hatiye kirin. Şêniyê gund got ku çeteyên ku di saetên şevê de hatine malê di serî de Eros û hevjîna wî girê dane û piştre jî li wan xistine. Şênî daxuyand ku herî dawî jî çeteyan 450 dolar û 25 hezar lîreyên Sûriyeyê dizîne. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar