LÇeteyên DAIŞ’ê li Xaneqînê êrîşî nuqteya polîsên parastina sînor kir. Di encama êrîşê de polîsek mir û yek jî birîndar bû
Duh bi şev saet di 23:00’an de li navçeya Xaneqîn a Diyaleyê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteya polîsên tabûra 8’emîn a parastina sînor kir. Di encama êrîşê de polîsek mir û yek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji tabûra 8’emîn a polîsên parastina sînorî hat bidestxistin, çeyetên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî nuqteya parastinê ya li ser rêya Kelar û navçeya Xaneqînê kirine. Heman çavkaniyê diyar kir ku hêzên polîsan bersiva êrîşa çeteyên DAIŞ’ê dane. Piştî bersivdayînê çete ber bi cihên ne diyar ve reviyane. Her wiha di encama vê êrîşê de polîsê bi navê Mecîd miriye û polîsekî din jî birîndar bûye. DIYALA