Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çeteyê DAIŞ’ê: Min alavên leşkerî bi fermî li ser Tirkiyeyê ji DAIŞ’ê re dişandin

Çeteyê DAIŞ’ê Yûnûs Emre Sakarya da zanîn ku li Tirkiyeyê bi saya lihevkirina di navbera DAIŞ û Tirkyeyê de di rehetî dixebitî. Sakarya ku malzameyên elektronîk û leşkerî ji DAIŞ’ê re peyda dikirin anî ziman ku malzemeyên xwe bi awayeke fermî di deriyê sînor re ji DAIŞ’ê re dibirin

Çeteyê DAIŞ’ê Yûnûs Emre Sakarya ku di lîsteya ‘Terorîstên global ên bi taybetî hatine destnîşankirin’ a DYA’yê de ye û bi bultena sor a Înterpolê lê dihat gerîn, niha di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye. Çete Sakarya ji ANF’ê bi Bêrîtan Sarya re axivî.

Çete Yûnûs Emre Sakarya got ku di sala 2013’an de hem ji bo tedawiya xwe û hem jî ji bo hevsera xwe ya ducanî derbasî Tirkiyeyê bûye û ev agahî dan: “Ez ji havîna 2013’an heta destpêka 2017’an,  bi rêya şîrketên ku min li Tirkiyeyê ava kirin, ji Tirkiyeyê çûm Almanya, Amerîka, Çîn, Hongkong û Rûsyayê. Min ji bo DAIŞ’ê malzemeyên leşkerî peyda dikirin. Me bi rêya şîrketan drone, dûrbîn û hemû malzemeyên leşkerî ji sînorê fermî derbasî Sûriyeyê kirin û dan DAIŞ’ê. Li Tirkiyeyê gelek caran hatim binçavkirin lê hatim berdan. Min karê xwe bi hêsanî dikir. Di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê tu pirsgirêk nebûn.”

Li nexweşxaneya Enqereyê derman bû

Di berdewamê de jî çete Sakarya got ku di kanûna 2013’an de di şerekî de birîndar bûye û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê ez çûm Babê. Hem ji bo dermankirinê û hem jî ji bo dîtina hevjîna xwe min destûr ji berdevkê DAIŞ’ê Ebû Muhammed Bagdadî xwest. Di hefteya dawî ya sala 2013’an de ez ji Dîlokê derbasî Tirkiyeyê bûm. Bi hevsera xwe re çûm mala kalê xwe ya li Enqereyê.  Min hevjîna xwe şand Almanyayê û li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Nimûne ya Enqereyê derman bûm.”

Bi serçeteyan re civiya

Çete Sakarya bi lêv kir ku dema li Tirkiyeyê heta nîva sala 2013’an jî bi sermayeyeke ji hezar dolarî malzemeyên leşkerî yên ji rêzê dikirîn û wiha pê de çû: “Min dişand Sûriyeyê û bi rêya birayê xwe li Sûriyeyê difirot. Bi vê re di demekî kin de sermayeya min pir mezin bû. Ez beriya meha remezanê jî çûm Sûriyeyê. Min li Reqayê bi Ebû Ûsema Garîp ê bi pevguhertina rayedarên Konsolosxaneya Mûsilê hate berdan û bi berpirsyarê çapemeniyê yê DAIŞ’ê Haci Furkan û Ebû Muhammed Adnanî re hevdîtin kir. Ji min re gotin ku dê ‘xelîfetî’ bê ragihandin. Ji min xwestin ku ji DAIŞ’ê re malzemeyên elektronîk û leşkerî peyda bikim.”

Mîsogerî ji Baxdadî xwest

Bi berdewamî jî serçete Sakarya ev tişt anî ziman: “Lê belê min ji Ebûbekir Bagdadî garantî xwest. Min got; ‘Ger li Tirkiyeyê bêm girtin divê bi pêvguhertinê min derxîne û divê li Tirkiyeyê ez xwe di ewlehiyê de bibînim ku bikarim bixebitim.’ Wan jî qebûl kir. Di dawiya sala 2014’an de ez careke din derbasî Sûriyeyê bûm. Li Tirkiyeyê bûm berpirsyarê peydakirina malzemeyên leşkerî û elektronîk. Karê min heta sala 2017’an dom kir. DAIŞ’ê ji ber vî karî spasiya min kir.”

Polîsan got ‘Em dizanin tu DAIŞ’iyî’ û berdan

Çete Sakarya da zanîn ku di navbera salên 2014-2015’an de ji bo hevdîtinên bi rayedarên DAIŞ’ê re gelek caran çû Sûriyeyê û vegeriya. Sakarya wiha dom kir: “Hatin û çûn gelek hêsan bû. Di navbera 2014-2015’an de gelek caran li Kîlîs, Elbeylî, Riha û Enqereyê hatim binçavkirin. Xwestin ez biçim leşkeriyê lê min di got ez tev li El Nusrayê bûme û di şer de birîndar bûme. Tevî vê hatim berdan. Di destpêka 2015’an de jî li Rihayê hatim binçavkirin. Polîsan got ku dizanin ku ez DAIŞ’î me. Lê dîsa jî hatim berdan.”

Bi fermî çek derbas dikirin

Di berdewamê de jî çete Sakarya diyar kir ku malzemeyên ji DAIŞ’ê re diçûn di deriyê sînor re bi rengekî fermî dihatin derbaskirin û ev tişt anî ziman: “Şîrketa ku min di sala 2014’an de ava kir, di demekî kin de mezin bû. Min malzeme ji Tirkiye, Amerîka, Çîn, Rûsya, Hongkong, Awusturyayê peyda dikir. Li Hatay û Kîlîsê depoya min hebû. Hemû malzemeyên di van depoyan de yên elektronîk-leşkerî ne û yên DAIŞ’ê ne. Me gelemperî bi qaçaxî derbas dikirin lê bi fermî jî me dibirin. Piştî Girê Spî hate standin, me malzeme li ser deriyê sînor ê Elbeyliyê derbas kirin.”

Polîsan lêborîn jê xwest

Herî dawî jî çete Sakarya ev tiş parve kirin: “Di sala 2015’an de ji bo pasaportê çûm Enqereyê. Ez ji Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Enqereyê hîn bûm ku Înterpol li min digere. Du saetan hatim binçavkirin û piştre jî berdan. Polîsan li mala min drone dîtin. Min ji wan re got ku bazirganiyê dikim. Ez birim Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Ji min re gotin; ‘biborîne Yûnûs tu şaş hatiye fêhmkirin. Tu dikare biçî.’ Ez jî li taksiyekê siwar bûm û çûm malê. Ji ber lihevkirina di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de li Tirkiyeyê bi hêsanî dixebitîm.” RIMÊLAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar