Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çeteyê ku dixwest şervanên HSD’ê jehrî bike li xwe mikur hat

Çeteyê bi navê Îsa Ebdulfetah Hemûd ku girêdayî MÎT’ê bû, dema ku dixwest şervanên HSD’ê jehrî bike hate girtin. Çete Hemûd got ku ji hêla çeteyê bi navê Ebû Hela ku endamê MÎT’ê ve hatiye birêxistinkirin. Çete Hemûd diyar kir ku di navbera Hatay û Idlibê de deriyên sînor ên nefermî hene û li wir jî xebitî ye

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rê û rêbazên cuda berdewam dike. Bi taybet jî piştî ku şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) dawî li çeteyên DAIŞ’ê anî, bi destê hucreyên razayî dixwaze êrîşên xwe bidomîne. Li dijî hucreyên razayî, şervanên HSD û YPG’ê jî di demên dawî de operasyonên bi bandor pêk anîn û gelek kesên têkiliya wan bi îstîxbarata dewleta tirk û DAIŞ’ê re heye, girtin. Çeteyên ku hatine girtin, li xwe mikur hatin û planên qirêj ên dewleta tirk vegotin.

Yek ji van çeteyan jî Îsa Ebdulfetah Hemûd e. Çete Hemûd mehek û nîv berê li Reqayê hate girtin. Çete Hemûd ji herêma Meskene ya Helebê ye. Di sala 2016’an de ji bo xebatê li ser Idlibê derbasî Zeytînburnu ya Stenbolê dibe. Çete Hemûd têkildarî mijarê ji ANF’ê bi Ersîn Çaksu û Deza Destan re axivî. Çete Hemûd diyar kir ku li cem xalê xwe kesê bi navê Ebû Hela ku ji Derayê ye nas dike. Çete Hemûd wiha domand: “Ebû Hela pêşniyar kir ku li sînorê Idlib-Tirkiyeyê bazirganiyê bikim. Min qebûl kir. Ez hatim Hatayê û min li ser sînor dest bi kar kir. Ebû Hela karê li ser sînor dikir. Di navbera Hatay û Idlibê de deriyên sînor ên nefermî hebûn. Ji bo saetekê bi 32 hezar dolarî dihat kirêkirin.”

Deriyên sînor ên nefermî

Di berdewamê de jî çete Hemûd anî ziman ku dema li ser sînor dixebitî, rojekê li Sûriyeyê û rojekî jî li dewleta tirk dima. Çete Hemûd wiha pê de çû: “Me her tim malzeme û mirov di sînor re derbas dikirin. Te çi derbas kiribûya qet girîng nebû. Lê divê tenê di nava saetekê de derbas bikira. Her saetek bi 32 hezar dolaran bû. Dema te ev pereye dida, bi saetekê deriyê sînor lê vedibû û te çi bixwesta te dikir. Ev derî çend kîlometreyan dûrî Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê (Bab El Hawa) bû. Leşkerekî bi navê Emrah ku payebilind bû jê berpirsyar bû. Deriyekî fermî nebû. Lê wesayît derbas nedibû. Karê kirêkirina deriyê sînor, Ebû Hela dikir. Me kes û malzemeyên ji sînor derbas bikin dianîn devereke nêzî derî û dema ku saeta me dihat jî me derbas dikirin.”

Rewşa noqteyên leşkerî pirsî

Çete Hemûd bi lêv kir ku li restouranta bi navê ‘Ebû Hela’ ku li otogara Enqereyê ye, di hezîrana sala 2018’an de di navbera wî û çete Ebû Hela de nîqaş derketiye û ji kar derketiye. Çete Hemûd pêvajoya piştre jî wiha vegot: “Ez vegeriyam gel malbata xwe ya li Meskeneyê. Ebû Hela demek piştre bi telefonê li min geriye. Pirsa; ‘Li noqteyên leşkerî rewşa hêza leşkerî çawa ye?’ kir. Ji min xwest ku biçim Reqayê û tev li HSD’ê bibim û ji bo wî bixebitim. Min red kir. Lê wêneyên mala me û malbata min ên li Meskeneyê şand. Got; ‘Ger tu qebûl nekî dê endamên malbata te yek bi yek bikujim.’”

Xwest şervanên HSD’ê jehrî bike

Di dawiyê de jî çete Hemûd ev tişt destnîşan kir: “Min jî qebûl kir. Ji min re got; ‘Dewreyeke nû ya HSD’ê dest pê dike û divê tu beşdar bibî.’ Bi rêya jinekê hebên jehrê şandin. Ji min xwest ku van heban bixim nava xwarina şervanan. Bêyî ku vê pêk bînim, hatim girtin. Ebû Hela demekî dirêje li Enqereyê dimîne û tevî malbata xwe, hemwelatiyê Tirkiyeyê ye. Pir dewlemende. Li nêzî otogara Enqereyê restouranteke wî ya bi navê Ebû Hela heye. Li Hatayê jî fîrmaya xwe ya otobusan heye. Bi MÎT’ê re dixebite.” REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar