Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Çeteyên afgan û DAIŞ’ê li ser sînorê Rojava tên bi cihkirin

Endamên artêşa afgan û endamên DAIŞ-H ên ku tên Tirkiyeyê, destpêkê wan dişînin Erzîromê. Piştî ku demekê lê hatin hiştin, ber bi Baregeha Serdar Mete Yildirim a li ser sînorê Rojava têne şandin.

Di sala 2021’ê de piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwe bi temamî ji Afganistanê vekişiya, Talîbanê rêveberî bi temamî xiste destê xwe. Yên ku ji zilma Talîbanê reviyan, di ser Îranê re derbasî Tirkiyeyê bûn. Di sala 2023’yan de 2 milyon û 505 hezar û 297 kes ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûn û xwe li Tirkiyeyê girtin. Piranina wan jî penaberên afgan û Pakistanî bûn. Afganên penaber piştî ku demekê li Rêveberiya Koçê ya Bajarê Wanê hatin ragirtin, hatin dersînorkirin û ber bi welatê wan ve hatin şandin. Lê belê endamên artêşa afgan ên ji rêveberiya Talîbanê reviyan û endamên DAIŞ-H ên weke baskê Afganistanê yê DAIŞ’ê tê naskirin, bi rengekî cuda hatin pêşwazîkirin.

Endamên artêşa Afgan jî li şûna ku li hemberî Talîbanê şer bikin, ji welêt reviyan û bi giranî koçî Ozbekistan û Tacîkistanê kirin. Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê daxuyand ku şêniyên afgan ku leşker jî di nav de bûn, ên piştî serweriya Talîbanê ji Afganistanê reviyan û koçî Ozbekistanê kirin, piştî ku du rojan welatê wan terikandin û derbasî welatekî sêyemîn bûn. Di daxuyaniyê de navê welatê sêyemîn nehate aşkerakirin. Hate ragihandin ku hejmara wan leşkeran jî 585 kes bû.

Ji ber ku Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê navê welatê sêyemîn aşkera nekir, pirsa ‘Gelo ew welat Tirkiye ye?’ hate kirin.

Li gorî agahiyan, leşkerên afgan ên berê û endamên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê destpêkê bi navê staja bi dilxwazî têne xebitandin. Kesên ku li gorî pîvanên diyarkirî guncaw têne dîtin, li gorî bajarên tercîhkirî yên stajê li saziyeke cemaweriyê têne xebitandin.

Endamên artêşa afgan û endamên DAIŞ-H ên ku bi vî rengî kirasekî qanûnî li wan tê kirin û têne rewakirin, destpêkê wan dişînin Erzîromê. Piştî ku demekê lê hatin hiştin, ber bi Baregeha Serdar Mete Yildirim a li ser sînorê Rojava têne şandin. Ev kes li vê derê tevlî perwerdeya leşkerî têne kirin û li Rojava jî beşdarî şer têne kirin. Hate ragihandin ku kesên navborî li nava ‘Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê’ ya ser bi Tirkiyeyê têne bicihkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar