Komên çete yên Boko Haramê li Nîjeryayê êrîşî gundekî xiristiyanan kirin. Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de 7 kes hatin kuştin û zarokek jî hate revandin
Li dijî gundekê xiristiyanan ê dikeve herêma Chîbok a li bakurê rojhilatê Nîjeryayê êrîşek pêk hat. Hat zanîn ku bi dehan êrîşkarên ku bi kamyon û motorsîklêtan ji gundê Kawarangulum a dikeve eyaleta Bornoyê hatin, ketober gule li gund reşandin, ketin malan û gelek mal şewitandin û şêlandin.
Têkildarî mijarê milîseke li dijî Boko Haram ê ji AFP’ê re axivî û got ku di êrîşê de 7 kes hatine kuştin û zarokek jî hatiye revandin. Rêveberê xwecihî Ayûba Alamson jî ragihand ku çeteyên Boko Haramê ji daristana Sambîsa ya cîran êrîş kirine.
Herêma Chîbok bi taybet ji sala 2014’an a bi revandina 276 zarokên keç ên xwenderên amadeyî yên ji aliyê çeteyên Boko Haramê ve ketibû rojeva cîhanê. Ji vê bûyerê û pêve tê zanîn ku yekîneyên artêşê li herêmê bi cih bûne. Lê êrîşên Boko Haram hê jî dewam dikin.