Dema dawî li herêmên Başûrê Kurdistanê her ku diçe hem tevger hem jî karê terorî yên çeteyên DAIŞ’ê zêdetir dibe. Çeteyên DAIŞ’ê li Qerac ya ser bi Herêma Mexmûrê 2 şivan revandin û heya niha çarenûsa wan nayê zanîn.
Berî niha jî Rêveberê Polîsên navçeya Xurmato ragihandibû çeteyên DAIŞ’ê li gundê Zerge yê girêdayî Xurmatoyê çar şivan revandine. Hate ragihandin ji ji bo dîtina wan, leşkerên Iraqê dest bi operasyona lêgerînê kiribûn.