Çeteyên DAIŞ’ê li Daqûqê êrîşî sivîlan û hêzên Heşdî Şabî kirin. Hat zanîn ku di encama êrîşê de 6 kes hatine kuştin
Komên çete yên DAIŞ’ê di roja şemiyê de li navçeya Daqûq a Kerkûkê ku gelemperiya şêniyên wê kurdên kakaî ne, di destpêkê de êrîşî sivîlan kirin û piştre jî navendên hêzên Heşdî Şabî hedef girtin.
Hat zanîn ku komên çete navendên hêzên Heşdî Şabî bi moşekan hedef girtin. Li gorî çavkaniyên nexweşxaneya Daqûqê, di encama êrîşê de 5 endamên Heşdî Şabî ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de di nav de zarok jî, gelek kes jî di êrîşan de birîndar bûne.
Têkildarî mijarê çavkaniyên ewlekariyê jî diyar kirin ku êrîş ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin û piştî êrîşê jî gelek hêzên leşkerî ber bi herêmê ve hatine şandin. KERKÛK