Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Daqoqê ya Kerkûkê êrîşî nuqteya polîsên federal ên Iraqê kirin. Di encama êrîşê de 2 polîs mirin 2 polîs jî birîndar bûn
Çeteyên DAIŞ’ê doh bi şev li gundê Elî Seraî Kakeyî yê navçeya Daqoqê ya Kerkûkê êrîşî nuqteya kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê kirin.
Di encama êrîşê de polîs Casim Mihemed Cûma û Elî Ekber Elî Xaliq mirin, Hemîm Nasir û Yair Mihemed Îbrahîm jî birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya DYA’yê Pentagonê beriya niha bi raporekê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê hîn di wê astê de ne ku dikarin êrîşê bikin. KERKÛK