Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

‘Çeteyên DAIŞ’ê yên girtî li ser herêmê gefeka mezinin’

Dr. Ebdulkerîm Omer da zanîn ku zêdetirî hezar çeteyên DAIŞ’î yên ji 49 dewletên cuda di destê wan de ne. Omer got ku erk û berpirsyariya qada navdewletî ye ku hemwelatiyên xwe bibin û metirsiya li ser herêmê bi dawî bikin

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer têkildarî rewşa çeteyên DAIŞ’ê yên di destê rêveberiya xweser, ji ANF’ê bi Bêrîtan Sarya re axivî. Omer bang li dewletên ku hemwelatiyên wan ên DAIŞ’î di destê wan de ne kir ku hemwelatiyên xwe bibin.

Dr. Ebdulkerîm Omer da zanîn ku ji dema rizgarkirina Kobanê heta pêngavên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê gelek çeteyên DAIŞ’ê tevî malbatên xwe teslîmî HSD’ê bûne û wiha domand: “Hejmara çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên di zindanên me de, li gorî hefteya bihurî derdora 800’an bû. Lê bi rizgarkirina Baxozê re ev hejma roj bi roj zêde dibe. Ji 49 welatan DAIŞ’î, hevjîn û zarokên wan di destê me de ne. Bêguman ji vê hejmara gelek zêdetir, DAIŞ’iyên sûriyeyî hene. Piraniya malbatên çeteyan li kampan dimînin. Em çawa nêzî koçberan dibin, wisa nêzî wan jî dibin. Her wiha pêwîstiyên çeteyan jî em bi cih tînin.”

Ji bo zarokan navenda perwerdeyê

Omer got çete, hevjîn û zarokên wan ên ji Sûriyeyê, di bin berpirsyariya wan de ne û wiha pê de çû: “Em çeteyan di dadgehên gel de di darizînin. Jinên ku xwîn nerijandin jî bi rêya rûspî û eşîran em radestî civaka wan dikin. Ji bo perwerdekirina zarokan jî me li Holê navendeka perwerdeyê ava kir.”

Dewletan xwe li bêdengiyê daniye

Têkildarî helwesta dewletên a li hemberî hemwelatiyên wan ên DAIŞ’î jî Omer wiha got: “Mixabin hêzên navdewletî û hevkarên me ne ji bo wergirtina çeteyan û ne jî jî ji bo bicihanîna pêwîstiyan bi erka xwe ranabin. Gelek malbatên DAIŞ’iyan li kampan e. Em pêdiviyên wan bi cih tînin lê civaka navdewletî, saziyên alîkariyê û Xaça Sor di vê mijarê de bi erka xwe ranabin. Alîkariyên wan ên heta niha têra ji sedî 5 pêdiviyên çeteyan û malbatên wan nake. Hejmareke zêde ye û em nikarin vî barî bi tenê rakin.”

‘Zarokên çeteyan divê bên perwerdekirin’

Omer destnîşan kir ku hebûna DAIŞ’ê ya li ser herêmê çiqas metirsî be, hebûna DAIŞ’iyên biyanî jî ewqas xetere ye û ev tişt anî ziman: “Em bi hêzên koalîsyonê re bi koordîneyî dixebitin. Niha DAIŞ weke ‘dewlet’ tune dibe. Pirsgirêka herî girîng a niha çeteyên girtî û malbatên wan in. Ev pirsgirêkekî navdewletî ye. Ev ji bo hemû cîhanê metirsî ye. Aramiya siyasî hîn zelal nîne û herêmê di bin gefa êrîşê ya dewleta tirk û alîgirinê wê de ye. Ger dewleta tirk êrîş bike yan jî şer derkeve, dê ev ji bo çeteyan bibe firsend ku birevin. Wê demê jî dê hem ji bo me û hem jî bo cîhanê bibin metirsiyekî mezin. Zarokên wan jî pir in. Ev zarok bi mejiyê DAIŞ’ê hatine perwerdekirin. Bawerim dê hejmara çeteyan dê bi rizgarkirina Ger ev zarok neyên perwerdekirin, dê mîna DAIŞ’iyan derkevin. Ev rewşa bi taybet jî ji bo jinan metirsiyeke mezin e.”

Metirsiya li pêşerojê

Ebdulkerîm Omer daxuyand ku bi saya bedelên mezin ên civaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê, pêşî li gelek çalakiyên DAIŞ’ê ku dixwest li Ewropayê bike jî hatiye girtin û ev nirxandin kir: “Me erka xwe pêk anî û ev DAIŞ’î girtin. Ger hêzên navdewletî bixwazin pêşî li vê metirsiyê bigirin, divê hemwelatiyên xwe bibin. Divê ev çete bên darizandin û zarok û hevjînên wan jî bên perwerdekirin. Ev yek dikare pêşî li metirsiyên mezin bigire. Rewşeke berevajî vê hem ji bo me û hem jî ji bo wan pir xetereye. DAIŞ’iyên ji 49 welatan di destê me de hene. Belgeyên wan ên fermî jî hene. Bi dewletan re hevdîtin tên kirin ku hemwelatiyên xwe bigirin lê mixabin pir xemsar tevdigerin.”

Hejmareke pir kêm ji welatên wan re hatine şandin

Dr. Ebdulkerîm Omer bi lêv kir ku hêzên navdewletî bi hinceta ku ‘pir metirsîdarin’ çeteyan nagirin û wiha got: “Ev yek şaştiyeke mezin e. Girtîbûna DAIŞ’iyan ji bo wan şansekî mezin e. Lê belê mayîna wan a li cihekî ku hîn statuya wê nehatiye qebûlkirin, gefeke mezin e. Heta niha hejmareke pir kêm ên dewletan hemwelatiyên xwe birin. Lê Rûsyayê gelek jinên bi eslê xwe şîşan û zarok birin. Dîsa Endonezyayê malbateke mezin ku ji 72 kesan pêk dihat bir. Malbateke dewlemend bû. Tenê daxwaza wan ew bû ku li dewleteke îslamî bijîn. Piştre ji ber ku şer nekiribûn, zilam hatibûn girtin. Di derfeta destpêkê de jî derketin û xwe radestî HSD’ê kirin. Me jî bi welatê wan re têkilî danî û teslîm kirin. Her wiha du jin û çend zarokên sûdanî, jineka emrîkî û 4 zarokên wan, 5 çete, 11 jin û 3 zarokên Qezaxistanê jî me dan dewletên wan. Lê ev hejmareke pir kêm e.”

Banga rêveberiya xweser neyînî bersivandin

Di berdewamê de jî Omer diyar kir ku koalîsyon û dewletên Ewropayê naxwazin dadgeheke navdewletî ku van çeteyan bidarizînin bê avakirin û wiha axivî: “Naxwazin xwe bixin bin barekî wiha. Wê demê divê alternatîfeke cuda bê dîtin. Mînak konferans an jî kongreyeke navdewletî dikare were kirin. Divê ev pirsgirêk bê nîqaşkirin û dadgeheke navdewletî bê avakirin. Divê rebazeke hevpar bê diyarkirin. Me gelek caran bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe bibin. Trûmp jî heman bang kir û ji welatên ewropî xwest ku hemwelatiyên xwe bibin. Lê welatên ewropî helwestên neyînî nîşan dan. Lê wiha nabe.”

Çareserî çi ye?

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em alternatîfên cuda nîqaş dikin lê biryareke me ya fermî nîne. Çawa ku DAIŞ weke gefeke hevpar hat dîtin û li gorî vê tevger çêbû, divê ji bo vê pirsgirêkê jî  heman tevger çêbibe. Me li ser dadgeheke navneteweyî heta niha biryarekî fermî nedaye lê nîqaş didomin. Ger bê avakirin, divê zemîneke navdewletî bê avakirin û zindan ji hêla wan ve bên avakirin. Divê pêdiviyên wan ên rojane bên pêşwazîkirin û berevaniya li van dadgehan jî bike. Ji bo malbatên çeteyan jî divê kamp bên avakirin, pêdiviyên wan bên pêşwazîkirin û bên perwerdekirin. Ev erka wan e. Ev barekî girane û em tenê nikarin vî barî rakin. Lê dîsa jî çareseriya herî baş ew e ku her dewlet hemwelatiyên xwe bibin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar