Şefê faşîst Erdogan ê ku piştgiriya çeteyên dagirker dike, komên çete anîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku xeyalên xwe yên avakirina Împaratoriya Osmanî pêk bînin. Ev komên çete di gelek caran êrîşên dagirkeriyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girtine û gelek kiryarên dijmirovî pêk anîne. Ev komên çete ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên xwedîkirin û birêvebirin.
Çeteyên Ehrar El Sharqiyat
Ev koma çeteyên hov ji aliyê Tirkiye û Ewropayê ve hatiye avakirin. Ev koma ku di warê siyasî û rêxistinî de bi Birayên Misilman (Îxwan) ve girêdayî ye, di warê leşkerî de girêdayi El Nûsra ye. Wek navend xwera bajarê Dêrezorê hilbijartibûn. Koma çete ya Ceyş El Şerqiye ku di serî de di nava El Nûsra de cih digirt, ji El Nûsra derket û beriya sala 2016’an avakirina xwe ragihand.
Ev kom herêmên di bin bandora xwe de talan dike, sivîlan dikuje, direvîne û bi darê zorê koçber dike. Weke ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî di heman demê de vê komên çete dagirkeriya bajarên weke Heleb, Şehba û Til Rifet jî cihgirtin. Li ser gelê sivîl komkujî kirin û erdê wan talan kirin, agir bi darên zeytûnan û deverên daristanî yên gundên Efrînê dan, mal û erdên sivîlan talan kirin û bi qaçaxî derbasî El Raî, Bab û Cerablûsê kirin. Bi êrişên li ser Minbicê jî tê payin ev komên çete tevlî bûne.
Çeteyên Sûltan Mûrad
Pêdiviyên lojîstîk û leşkerî yên vê koma ku piraniya wan Tirkmenên ku li Sûriyê jiyan dikin pêktên, ji aliyê dewleta Tirk ve tê dabînkirin û perwerdeya wan jî ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Ev kom di heman demê de koma herî mezin a çeteyên Tirkmen a Sûriyê ye.
Koma çete ya Sûltan Mûrad ji aliyê MÎT’ê ve bi komkirina komên çete yên Fatîh Sûltan Mehmet, Zekî Turkmenî û Eşbel El Akide yên li Helebê di bin heman sîwanê de hat avakirin. Piştî komên çete yên Fatîh Sultan Mehmet, çeteyên Zekî Turkmenî û Eşbel El Akide, komên din ên çeteyên Tirkmen, Şehîdên Tirkmen, El Ewel Muşat, Meham Elase û El Yarmuk jî ragihandin ku tevlî çeteyên Sultan Murad bûne. Di rêveberiya çeteyên Sûltan Mûrad ên ku di Adara 2013’an de hatibûn ragihandin de 3 nav hene. Rêveberê giştî yê çeteyan Yûsif El Salih, rêveberê qadê Fehîm Îsa û berpirsyarê leşkerî Ehmed Osman.
Têkiliyên çeteyên Sûltan Mûrad bi çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (berê El Nûsra) yên ku li Idlib û Helebê çalak in û çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê QSD’ê ve hatin têkbirin jî di nav de ne.
Kiryarên şer ji aliyê çeteyên Sûltan Mûrad ve hatin kirin. Vê komê di sala 2016’an de bi piştgiriya hewayî û bejayî êrîşî bajarê Kesseb kir. Koma çeteyên ku bajar û gundên we talan kirin, bi hezaran Ermenî bi darê zorê koçber kirin Ev koma ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê de cih digire, li Efrîn, Ezaz û li dijî sivîlan bi taybet gelê Kurd komkujî, revandin û talankirina sivîlan heye. Êrişa dawî ya li ser Heleb û Şehba jî cihgirtine.
Çeteyên Cebhet El Şamiyê
Ev koma çete ya ku bi piranî li Helebê tevdigere, komeke çete ya mezin e ku li Bakurê Sûriyeyê tevdigere. Koma navborî Nûreddîn El Zenkî, El Mucehidîn, Cebhe El Îslamiye, Cemaeta Fisteqêm Kema Umert, Cebhe El Esala ve El-Tenmiye, Harekat Hezim, Sikur El Şam, Ensar El Îslam, El Heq, El Îslam Ordu, Feylak El Şam in. û yên din ji yekîtiya gelek komên çete yên di bin heman sîwanê de pêktên.
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam
Tehrîr El-Şam (HTŞ) di sala 2017’an de bi yekbûna El Nûsra, DAIŞ’ê û hin komên din yên çete hate avakirin. HTŞ ku hewildan kir, serweriya xwe beşek ji axa Bakurê Rojavayê Sûriyê bike, û armanc dike ku bi rûxandina hikûmeta Şamê û têkbirina Beşer Esed pêkbîn e. Avakirina dewleteke îslamî ya sunnî li şûna wê, weke yek ji komên çete yên girêdayî El Qaîdeyê, hêza xwe zêde bike. HTS ji damezrandina xwe ve gelek hemwelatiyên Amerîkî dîl girtine. HTŞ, hêmaneke tundrew ku ji opozisyona Sûrî cuda ye, berdewam e bi pileyên cihêreng bandora xwe li ser hikûmeta xwecihî û komployên biyanî dike. HTŞ qaşo li gor zagonên dewleta Tirk ya dagirker di listeya terorê deye, lê bi şêwazekî çalak tevlî êrîşên dagirkeriyê ya li ser Helebê û Şehba bûn. Her çi qas dabin xuyakirin ku, êrîşê li ser herêmê Kurdan nakin jî, lê kiryarên wan li ser bajarên weke Serêkaniyê û Efrînê hatin temaşe kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê
Çeteyên DAIŞ’ê ew komek çete ku di êrişên li ser bajarên Mûsil ya Iraq û Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih girtiye. 2014’an Şengal û Kobanê qirkirin û jenosîd li dîjî gelê Kurdên Ezîdî pêkanîn. Koma ku di salên ewil ên Şerê Iraqê de hat avakirin û di sala 2004’an de piştgiriya xwe bi çeteyên bi navê El Qaîdeyê re ragihand, piştî demekê navê El-Qaîde li Iraqê girt.Kom bi giştî ji civakên Sunnî û komên cuda, wekî Meclîsa Şûra ya Mucahidîn, El-Qaîde, Ceyş El-Fetihîn, Cund el-Sehaba, Katbiyan Ensar El-Tewhîd wel Sunneh, Ceish al-Taiifa al-Mensûra pêk tê. Armanca wî ew e ku xîlafetê li herêmên ku hejmara wan a Sunnî li Iraq û Şamê zêde ye, ava bike. Di Sibata 2014’an de, piştî şerekî dirêj ê 8 mehan ê desthilatdariyê, El Qaîde ragihand ku hemû têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re qut kirine. Di sala 2019’an de HSD’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê di aliyê çekdarî de hatiye qedandin. Kampa Holê gelek malbatên çeteyên DAIŞ’ê bi cîh digirin. Gelek caran hêzên Evlekariya Hûndirûn di dijî wan çeteyan operasyon pêktîne. Gelek şaneyên weşartî bajarên weke Reqa, Dêrezor, Tebqa û Minbicê hene. Piştî têkçûyina çeteyên DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê gelek çete reviyan çûn Tirkiyeyê. Êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Tevgera Azadiyê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê der, bi çalak di nav komên çeteyên din de cîh digirtin. Ev yek di dîmenên êrîşên li ser Heleb û Şehbayê de hatin piştrastkirin.