Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê berê sibehê êrîşî gundê Dibesê yê Eyn Îsayê kirin û sivîlek qetil kirin. Navê sivîlê ku hat qelkirin Mecîd El Ewet ê 38 salî ye.
Di êrîşê de 4 kes jî birîndar bûn. Ji van yek jê jineke 30 salî û îxtiyarekî 83 salî ye.
Berê sibehê êrîş dest pê kir. Êrîşên li ser gundê Dibisê van demên dawî zêde bûne.
21’ê îlonê jî gund hatibû bombekirin. Bi kêmanî 4 top li gundê Dibistê ketibûn.
Dewleta tirk a dagirker bi rengekî sîstematîk êrîşê dibe ser jîgehên sivîl. Hema hema roj roj bi van êrîşan sivîlan dike hedef. EYN ÎSA